Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 19:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Em Wîrʼa gul din û şa bin û şikirîyê bidine Wî, çimkî deʼwata Berx pêrʼa gihîşt û dergîstîya Wî kʼarê xwe kirîye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Em şa û dilgeş bibin Û em rûmetê bidin wî. Çimkî daweta Berx hat Û bûka ku ji bo wî ye, xwe amade kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Әм Ԝирʼа гӧл дьн у ша бьн у шькьрийе бьдьнә Ԝи, чьмки дәʼԝата Бәрх перʼа гьһишт у дәргистийа Ԝи кʼаре хԝә кьрийә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 وَرِن اَم شادیه بِگَن و دلگَش بِن و شُکوه و جلاله بِدَنَ وی، چون گو وقته داوَتا وی بَرخِگه گَهَشتیَ، و بوگا وی خو حاضِر گِریَ؛

Gade chapit la Kopi




Peyxam 19:7
29 Referans Kwoze  

Milyakʼetekî ji wan her hʼeft milyakʼeta, yêd ku hʼeft tʼasêd wane hʼeft belayêd xilazîyêva tʼijî hebûn, hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te kim, dergîstîya Berx».


Min dîna xwe dayê, va ji eʼzmên Bajarê Pîroz, Orşelîma nû mîna bûkeke xêlîkirî bona dergîstîyê xwe xemilî ji Xwedêda dihate xwarê.


Ez kʼumrʼeşîyê we dikim, bi wê kʼumrʼeşîya Xwedê. Çimkî min hûn yekîrʼa, awa gotî Mesîhrʼa nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bikʼir li ber Wî bidime sekinandinê.


«Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Pʼadşakî deʼwata kurʼê xwe kir.


Hingê wî milyakʼetî minrʼa got: «Binivîse: Xwezî li wan, ku bona şayîya deʼwata Berx hatine tʼeglîfkirinê!» Serda zêde kir got: «Ay ev in xeberêd Xwedêye rʼast».


Eva surʼa kʼûr e, lê ez gotina xwe tînime ser Mesîh û civînê.


Bûk bona kʼê be zeʼva ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê zeʼvê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva tʼijî bû.


çimkî mêr serê jinê ye, çawa Mesîh jî serê civînê ye û Xwexa Xilazkirê bedena Xwe ye.


Hûn mîna wan meriva bin, yêd ku hîvîya axayê xwe ne, ku ewê kʼengê ji deʼwatê vegerʼe, ku çaxê bê dêrî xe, pêrʼa-pêrʼa rʼabin dêrî vekin.


Çimkî sinetîya rʼast ya me ye, ku bi Rʼuhʼê Xwedê em dihʼebînin û bi Mesîh Îsa difirʼin. Gumana me ne ser nav-nîşanêd qalib e,


Çaxê Ûsiv hê ser vê yekê difikirî, va milyakʼetekî Xudan xewnêda wîva xuya bû û gotê: «Ûsivê kurʼê Dawid! Netirse, ku dergîstîya xwe Meryemê bistînî. Ewî ku wê ji wê bibe, ew ji Rʼuhʼê Pîroz e.


Wê sihʼetê eʼrd qayîm hʼejîya, ji dehe pʼara pʼareke bajêr hilşîya û wê eʼrdhʼejêda hʼeft hʼezar meriv mirin, yêd mayîn jî çʼeʼvtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê eʼzmên.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite