Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 19:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Hingê min deng bihîst, çawa dengê eʼlaleteke giran, mîna dengê xule-xula gelek ava û mîna dengê gurʼînîya eʼwraye qayîm ku digotin: «Halêlûya! Çimkî Xudan Xwedêyê meyî Hʼemû Zorayîyê dest bi pʼadşatîyê kir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Piştre min dengek wek dengê elaleteke mezin, dengê gelek avê û dengê xurexura ewrên hêzdar bihîst ku digot: «Helêlûya! Çimkî Xudan Xwedayê me, Karîndarê her tiştî, hukumdariyê dike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Һьнге мьн дәнг бьһист, чаԝа дәнге әʼлаләтәкә гьран, мина дәнге хӧлә-хӧла гәләк ава у мина дәнге гӧрʼинийа әʼԝрайә ԛайим кӧ дьготьн: «Һалелуйа! Чьмки Хӧдан Хԝәдейе мәйи Һʼәму Зорайийе дәст бь пʼадшатийе кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 هِنگه مِن دَنگَک بیهیست گو بینا دَنگا جَماعَتَگه مَزِن بو، بینا دَنگا گَلَک آوا، بینا گُرَگُرا بروسگَکه قاوَت، گو دِگُت: «هَلِلویاه! چون گو خاده خدایه مَ، اَو قادره مطلق، سَلطَنَته دِگَت.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 19:6
25 Referans Kwoze  

Min ji eʼzmên dengek bihîst, mîna dengê gelek ava û mîna dengê gurʼînîya eʼwraye qayîm. Ew dengê ku hate min, mîna dengê miqamê çengvana bû, ku li çengêd xwe dixin.


Pey van yekarʼa, min li eʼzmên dengekî bilind bihîst, mîna dengê eʼlaleteke giran ku digot: «Halêlûya! Xilazbûn, rʼûmet û qewat yêd Xwedêyê me ne!


Hingê min dîna xwe dayê, wî Berxî moreke ji wan her hʼeft mora vekir û min ji wan her çar rʼuhʼbera dengekî mîna dengê gurʼînîya eʼwra bihîst ku got: «Were».


Nigêd Wî mîna sifirê xasî ji kʼûra agir derxistî, ku dibiriqe û dengê Wî mîna dengê xule-xula gelek ava bû.


Min bajêrda pʼaristgeh nedît, çimkî Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê û Berx pʼaristgeha wî ne.


Hingê min li eʼzmên dengekî bilind bihîst ku got: «Niha ye wextê xilazkirin, qewat û pʼadşatîya Xwedêyê me, usa jî hʼukumê Mesîhê Wî. Çimkî Ew xeybkirê xûşk-birêd me jorda hate avîtinê, yê ku şev û rʼoj ber Xwedêyê me xeyba wan dikir.


Paşê milyakʼet ew bixûrdang hilda, ji agirê gorîgehêva dagirt avîte ser eʼrdê. Bû gurʼînîya dengêd eʼwra birûskê birq veda û eʼrd hʼejîya.


Ji tʼext birûsk û dengêd gurʼînîya eʼwr-eʼzmana derdikʼetin. Li ber tʼext hʼeft agirêd alavpêkʼetî hebûn, ku ew her hʼeft rʼuhʼêd Xwedê ne.


Û me nebe cêrʼibandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî pʼadşatî, qewat û rʼûmet yêd Te ne, hʼeta-hʼetayê. Amîn›.


«Ez Alfa û Omêga me», Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê dibêje, Yê ku heye, Yê ku hebû û Yê ku wê bê.


Her bîst çar rʼûspî û her çar rʼuhʼber deverʼûya çûn û serê xwe li ber wî Xwedêyê li ser tʼext rʼûniştî danîn û gotin: «Amîn, Halêlûya!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite