Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 19:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Hingê dengek ji tʼext hat û got: «Hʼemû xulamêd Wîye ku ji Wî xof dikin, biçʼûk û mezin pesinê Xwedêyê me bidin».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Hingê dengek ji text hat û got: «Ey hemû xulamên wî yên ku ji wî ditirsin, Biçûk û mezin pesnê Xwedayê me bidin.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Һьнге дәнгәк жь тʼәхт һат у гот: «Һʼәму хӧламед Ԝийә кӧ жь Ԝи хоф дькьн, бьчʼук у мәзьн пәсьне Хԝәдейе мә бьдьн».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 دَنگَک ژه وه تَختی هات گو دِگُت: «حمد و ثنایا خدایه مَ بِژِن، اَی اون تواوی خُلامِت وی، اَی اون گو ژه وی دِتِرسِن، گوشگَ و مَزِن.»

Gade chapit la Kopi




Peyxam 19:5
14 Referans Kwoze  

Lema ewe li ber tʼextê Xwedê ne, pʼaristgeha Wîda şev û rʼoj Wî dihʼebînin. Yê li ser tʼext rʼûniştî, wê konê Xwe li ser wan vegire.


Wê hingê min mirîyêd biçʼûk û mezin dîtin ku li ber tʼext sekinî bûn. Kʼitêb vebûn û kʼitêbeke din jî vebû, awa gotî kʼitêba jîyînê. Dîwana mirîya anegorî wan kirêd wane kʼitêbada nivîsar hate kirinê.


Milyakʼetê hʼefta tʼasa xwe rʼête ser hewê û ji tʼextê pʼaristgehê dengekî bilind derkʼet û got: «Hate sêrî!»


Ewî pʼêyî ser hʼemûya kir, awa gotî biçʼûk û mezina, dewletî û belengaza, aza û xulama ku nîşanê bidine ser destê xweyî rʼastê yan eʼnîya xwe,


wekî hûn cinyazêd pʼadşa, serdara, mêrxasa û beretʼêd hespa, usa jî cinyazêd sîyarêd wan û hʼemû meriva, aza û xulama, biçʼûk û mezina bixwin».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite