Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 19:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Ordîyêd eʼzmên jî li hespêd boze sîyar kʼitanêd çîl-qerqaşe paqij li wan pey Wî diçûn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Ordiyên li ezmên ên ku bi kitanê hêja yê spî û paqij hatibûn wergirtin, li ser hespên boz li pey wî dihatin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Ордийед әʼзмен жи ль һәспед бозә сийар кʼьтанед чил-ԛәрԛашә паԛьж ль ԝан пәй Ԝи дьчун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 لَشگِرِت اَسمانی سیوار سَر هَسبِت سِپی دوو ویدا دِهاتن، اَو بِ کَتانه نَرم و سِپی و پاک هاته بونَ خَمِلاندِن.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 19:14
18 Referans Kwoze  

Bona li xwekirinê kʼitanê birqokî paqij jêrʼa hate dayînê». (Ew kʼitan nîşana kirinêd cimeʼta Xwedêye rʼast in.)


Henox jî ku pey Ademrʼa bavê hʼefta bû, bona van meriva pʼêxembertî kir û got: «Va ye Xudan tʼevî pîrozêd Xweye bêhʼesab tê,


Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, va eʼlaleteke usa mezin, ku tʼu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimeʼtê û ji her zimanî li ber tʼext û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û çʼiqilêd xurma jî destêd wanda bûn,


Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye».


Dîndara wî mîna birûskê bû û kʼincê wî mîna berfê sipî bûn.


Hingê min dîna xwe dayê, eʼzman vebû, va ye hespekî boz, ku sîyarê Wîrʼa Amin û Rʼast digotin. Ew dîwankirinê û şerʼê Xweda ser rʼastîyê ye.


Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn.


Lê Sardeysêda çend kesêd te hene ku wan kʼincêd xwe nelewitʼandine. Ewê bi kʼincêd çîle-qerqaş tʼevî Min bigerʼin, çimkî ewe hêja ne.


Ew tirî wî hʼewzîda hatine hʼincirʼandinê, ku ji bajêr der bû û ji hʼewz xûn kʼişîya, xûnê avîte gemê hespa, qasî hʼezar şeşsid meydanî girt.


Paşê min dîna xwe dayê, va Berx li serê çʼîyayê Sîyonê sekinî bû û sed çil çar hʼezar meriv tʼevî Wî bûn, ku li ser eʼnîya wan navê Wî û navê Bavê Wî nivîsar bûn.


û yêd ji we tengasîyêda ne, tʼevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tʼevî milyakʼetêd Xweye zor ji eʼzmênva bi kʼûra êgir xuya be,


Te tʼirê Ez nikarim ji Bavê Xwe bixwazim wekî pêrʼa-pêrʼa donzdeh ordîya zêdetir milyakʼet bigihîne Min?


«Bêjine bajarê Sîyonê: ‹Va Pʼadşê te tê cem te, berbihêr, li kʼerê û ceʼşika kʼerê sîyarbûyî›».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite