Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 17:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ji wan her hʼeft milyakʼetêd ku xweyê her hʼeft tʼasa bûn, yekî hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ez dîwana wê qava bi nav û deng nîşanî te kim, ya ku li ser gelek ava rʼûniştî ye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Yek ji wan heft milyaketên ku heft piyan bi wan re bûn hat, bi min re peyivî û got: «Were vê derê, ezê nîşanî te bidim, ka çawa ew fahîşeya mezin a ku li ser gelek avê rûniştiye, tê dîwankirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Жь ԝан һәр һʼәфт мьлйакʼәтед кӧ хԝәйе һәр һʼәфт тʼаса бун, йәки һат тʼәви мьн хәбәр да у гот: «Ԝәрә ве дәре, әз диԝана ԝе ԛава бь нав у дәнг нишани тә кьм, йа кӧ ль сәр гәләк ава рʼуньшти йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 هِنگه یگ ژه وان میلیاکَته گو هَفت کاسِگ هَبون، هات و گُتَ مِن: «وَرَ، اَزه دیوانا اَو فاحِشا مَزِن گو سَر گَلَک آوا رونِشتیَ نیشا تَ بِدَم.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 17:1
20 Referans Kwoze  

Dîwanêd Wî rʼast û heq in. Ewî dîwana wê qavê kir ya ku pê qavîya xwe dinê hʼerʼimand û hʼeyfa xûna xulamêd Xwedê ji wê hilda».


Bajarê mezin bû sê pʼara û bajarêd mileta wêran bûn. Babîlona mezin hate bîra Xwedê, wekî wê kʼasa xweye şerava xezeba giranva bide wê.


Milyakʼetekî ji wan her hʼeft milyakʼeta, yêd ku hʼeft tʼasêd wane hʼeft belayêd xilazîyêva tʼijî hebûn, hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te kim, dergîstîya Berx».


Hingê min li eʼzmên nîşaneke dine mezin û ecêb dît, hʼeft milyakʼetêd xweyê hʼeft belayêd axirîyê pê kʼîjana wê xezeba Xwedê bihata sêrî.


Destê wî milyakʼetîda, yê ku tʼevî min xeber dida bona çapkirinê qamîşekî zêrʼîn hebû, wekî bajêr, dergehêd wî û sûra wî çap ke.


Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, va eʼzmênda derîk vekirî ye. Û ew dengê ku min berê mîna dengê borʼîyê bihîstibû minrʼa got: «Rʼabe were vê jorê, Ezê wan tiştêd ku gerekê ji vir şûnda biqewimin, nîşanî te kim».


Wana hevrʼa got: «Lema, gava Ewî rʼêda merʼa xeber dida û nivîsar merʼa şirovedikirin, agir dilê me dikʼet».


Û va du meriva tʼevî Wî xeber didan, yek Mûsa bû, yek jî Êlyas.


Eva eʼyantîya Îsa Mesîh e, kʼîjan Xwedê da Wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd Wî ke. Îsa pê destê milyakʼetê Xwe şand û eʼlamî xulamê Xwe Yûhʼenna kir.


Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, wê milyakʼetekî din ji eʼzmên dihate xwarê. Ew xweyê hʼukumê mezin bû û ji dîndara wî rʼûyê eʼrdê rʼonayî bû.


Hingê wî milyakʼetî minrʼa got: «Binivîse: Xwezî li wan, ku bona şayîya deʼwata Berx hatine tʼeglîfkirinê!» Serda zêde kir got: «Ay ev in xeberêd Xwedêye rʼast».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite