Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 14:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Wî bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û şikirîyê bidine Wî, çimkî sihʼeta dîwankirina Wî pêrʼa gihîşt. Serê xwe ber Wî daynin, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û avêd kanîya eʼfirandine».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û rûmetê bidin wî, çimkî saeta ku ew dîwanê bike, hat. Biperizin wî yê ku erd û ezman, derya û çavkaniyên avê afirandine.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Ԝи бь дәнгәки бьльнд дьгот: «Жь Хԝәде бьтьрсьн у шькьрийе бьдьнә Ԝи, чьмки сьһʼәта диԝанкьрьна Ԝи перʼа гьһишт. Сәре хԝә бәр Ԝи дайньн, Йе кӧ әʼрд у әʼзман, бәʼр у авед канийа әʼфьрандьнә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 اَوی بِ دَنگا بِلند گُت: «ژه خدا بِتِرسِن و شُکوه و جلاله بِدَنَ وی، چون گو اَو سَعَت گَهَشتیَ گو اَو دیوانه بِگَت. اَوه گو اَسمان و عَرد و بَحر و کانیه آوه چه گِرِن، پَرستِش گَن.»

Gade chapit la Kopi




Peyxam 14:7
44 Referans Kwoze  

Xudan, kʼî ji Te wê netirse û rʼûmetê nede wî navê Te? Çimkî Tu tʼenê Yê pîroz î. Hʼemû miletê berbi Te bên û serê xwe ber Te daynin, çimkî kirêd Teye rʼast xuya bûn».


Pʼûtpʼarist qilqilîn, lê xezeba Te hat. Wext pêrʼa gihîştîye, ku dîwana mirîya bikî, xelata bidî xulamêd Xwe, pʼêxembera û cimeʼta Xwe usa jî yêd ku ji Te ditirsin, ji biçʼûka hʼeta mezina. Wext hat, ku qirʼa wan bînî, yêd ku dinê xirab dikin».


«Ya Xudan Xwedêyê me, Tu hêja yî ku rʼûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî Te her tişt eʼfirandin û bi xwestina Te ew eʼfirîn û hene».


Wê sihʼetê eʼrd qayîm hʼejîya, ji dehe pʼara pʼareke bajêr hilşîya û wê eʼrdhʼejêda hʼeft hʼezar meriv mirin, yêd mayîn jî çʼeʼvtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê eʼzmên.


Ji tirsa cefê wê, ewê li dûr bisekinin û bêjin: «Ax, ax bajarê mezin, bajarê zor, Babîlon! Dîwana te sihʼetekêda ser teda hat».


Hingê meriv ji dest şewata germayîyê hatine qelandinê û kʼifirî navê Xwedê kirin, ku hʼukumê Wî li ser van bela heye. Lê ew ji kirêd xweye xirab venegerʼîyan, wekî şikirî bidana Wî.


Gava wan her çar rʼuhʼbera, rʼûmet, hurmet û şikirî didane Yê ku li ser tʼext rʼûniştîye û hʼeta-hʼetayê Sax e,


«Eʼvdno! Hûn çima vê yekê dikin? Em jî binyatʼa xweda merîne mîna we ne, Mizgînîyê didine we, ku hûn ji wan tiştêd pʼûçʼ vegerʼin berbi Xwedêyê sax bên, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û hʼemûyêd nava wanda eʼfirandîye.


Hingê dengek ji tʼext hat û got: «Hʼemû xulamêd Wîye ku ji Wî xof dikin, biçʼûk û mezin pesinê Xwedêyê me bidin».


Milyakʼetê sisîya li borʼîyê xist û steyrkeke mezine mîna qendîla alav pêkʼetî ji eʼzmên kʼete ser pʼareke ji sê pʼarêd çʼema û avêd kanîya.


Çima pêştirî evî merivê xerîb kesek ji wan venegerʼîya, ku bihata şikirî bida Xwedê?»


Xwelî li serê xwe kirin, bi şîn û girî kirine qîrʼîn û gotin: «Ax, ax bajarê mezin, wekî hʼemûyêd beʼrêdaye xweyîgemî pê hebûka wîye xinêbûyî dewletî bibûn, çawa sihʼetekêda wêran bû çû!»


Haqas hebûk sihʼetekêda pʼûçʼ bû çû». Hʼemû serdarêd gemîya û sîyarêd gemîya, gemîvana û hʼemûyêd ku pê xebata ser beʼrê eʼbûrê xwe dikirin, dûr sekinîn


Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.


Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn ne rʼoja hatina Kurʼê Mêriv zanin, ne jî sihʼetê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite