Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 14:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Evana ew in, yêd ku serê xwe jinarʼa danenîne, ew yêd bikʼir in. Evana pey Berx diçin, kʼuda ku ew diçe. Evana ji nava meriva hatine kʼirʼînê, çawa berê deremeta pêşin ku Xwedê û Berxrʼa bêne dayînê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Yên ku bi jinan re nelewitîne ev in. Çimkî keçên keçîn-kurên kurîn in. Ev ew in ku Berx bi ku derê ve here, li pey wî diçin. Evên ha berê pêşî ne ku ji bo Xwedê û ji bo Berx ji nav mirovan hatine kirrîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Әвана әԝ ьн, йед кӧ сәре хԝә жьнарʼа данәнинә, әԝ йед бькʼьр ьн. Әвана пәй Бәрх дьчьн, кʼӧда кӧ әԝ дьчә. Әвана жь нава мәрьва һатьнә кʼьрʼине, чаԝа бәре дәрәмәта пешьн кӧ Хԝәде у Бәрхрʼа бенә дайине.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 اَونَ هَمَن اَوِن گو خو بِ ژِنگا نَلَوِتاندِنَ، چون گو اَو باکِرَ نَ. اَونَ هَمَن اَوِن گو هَچی جیه گو اَو بَرخِگ دِچیت، دوورا دِچِن. حَقه آزادیا وانَ ژه ناو مِرُوان دا هاتیَ کِرین، بینا حاصِلا اَوِلی بُ خدا و بُ بَرخِگه.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 14:4
32 Referans Kwoze  

Lê Sardeysêda çend kesêd te hene ku wan kʼincêd xwe nelewitʼandine. Ewê bi kʼincêd çîle-qerqaş tʼevî Min bigerʼin, çimkî ewe hêja ne.


Ez kʼumrʼeşîyê we dikim, bi wê kʼumrʼeşîya Xwedê. Çimkî min hûn yekîrʼa, awa gotî Mesîhrʼa nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bikʼir li ber Wî bidime sekinandinê.


Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera rʼastîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine eʼfirînêd Wî.


Û stiraneke nû distiran digotin: «Tu hêja yî, ku wê kʼitêbê hildî û morêd wê jê rʼakî. Çimkî Tu hatî serjêkirinê û pê xûna xwe Te meriv ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimeʼtê û ji her miletî kʼirʼîn bona Xwedê,


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Pezêd Min dengê Min dibihên, Ez jî wan nas dikim û ew pey Min tên.


Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye».


Hûn bi qîmetekî biha hatine kʼirʼînê. Bona vê yekê bikin ku pê bedena we şikirî Xwedêrʼa bê dayînê.


Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe».


Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.


Rʼuhʼê Pîroz çawa bihê hatîye dayînê hʼeta em sozê Xwedê war bin, çaxê Xwedê cimeʼta Xwe lap aza ke, bona pesindayîna rʼûmeta Xwe.


Niha hûn zanin ku Stêfanas mala xweva bawermendêd qeza Axayayêye pêşin e û wan xwe dane xizmetkʼarîya cimeʼta Xwedê. Îdî ez hîvî ji we dikim xûşk-birano,


Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.


Petrûs gote Wî: «Xudan, çima ez niha nikarim pey Te bêm? Ezê eʼmirê xwe jî bona Te bidim».


Hingê Pʼadşatîya Eʼzmana wê mîna vê yekê be: Dehe qîzêd bikʼir çʼirêd xwe hildan pêşîya zeʼvêda çûn.


Hingê qanûnzanek nêzîkî Wî bû û gotê: «Dersdar! Tu kʼuda jî herʼî, ezê pey Te bêm».


Ew meriv hʼal-zewacê didine hildanê, ji wan xwarina paşda didine girtinê, kʼîjan Xwedê ew bona bawermend û rʼastînaskirîya eʼfirandine, ku bi rʼazîbûnê bixwin.


Lê heger bizewicî, gune nakî û heger qîz mêr ke, gune nake. Lê yêd usa wê rʼastî oxirmêd giran bên, ez dixwazim we ji wê yekê xwey kim.


Çimkî nemêr hene, ku ji zikmakîyêda usa bûne û nemêr jî hene, ku ji destê meriva bûne nemêr û nemêr jî hene, ku bona Pʼadşatîya Eʼzmana wana xwe nemêr kirin. Kʼêrʼa ev yek dest dide, bira usa jî bike».


ku civînê li ber Xwe qeşeng bide sekinandinê, ku tʼu lekʼe yan qerçʼimok, yan tiştekî mîna van ser tʼunebe, lê paqij û bêqusûr be.


Min bajêrda pʼaristgeh nedît, çimkî Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê û Berx pʼaristgeha wî ne.


Bajar ne hʼewcê teʼvê û hîvê bû ku rʼonayî bidanê, çimkî rʼûmeta Xwedê wî rʼonayî dike û Berx çʼira wî ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite