Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 14:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Hingê ji wê pʼaristgeha eʼzmên milyakʼetekî din derkʼet û destê wîda jî deʼseke tûj hebû.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Milyaketekî din ji wê Perestgeha ku li ezmên bû derket û di destê wî de jî daseke tûj hebû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Һьнге жь ԝе пʼарьстгәһа әʼзмен мьлйакʼәтәки дьн дәркʼәт у дәсте ԝида жи дәʼсәкә туж һәбу.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 پاشه میلیاکَتَگه دی ژه معبدا اَسمانی دا هاتَ دَروَ و اَوی ژی تِرپانَگه دوژ هَبو.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 14:17
7 Referans Kwoze  

Hingê min dengekî bilind ji pʼaristgehê bihîst ku gote her hʼeft milyakʼeta: «Herʼin, her hʼeft tʼasêd xezeba Xwedê birʼêjine ser eʼrdê».


Wê hingê ji gorîgehê milyakʼetekî din derkʼet, ku hʼukumê wî li ser êgir hebû, ewî bi dengekî bilind li yê xweyê deʼsa tûj kire gazî û gotê: «Deʼsa xweye tûj bavêje gûşîyêd tirîyêd eʼrdê û biçine, çimkî tirîyêd wê îdî gihîştine».


Pey vê yekêrʼa pʼaristgeha Xwedêye eʼzmên vebû û wêda Sindoqa Peymana Wî xuya bû. Birûskê birq dan, gurʼînîya dengêd eʼwra hate bihîstinê, eʼrd hʼejîya û teyrok barî.


Ewî ku li ser eʼwr rʼûniştî bû deʼsa Xwe avîte rʼûyê eʼrdê û eʼrd hate dirûnê.


Milyakʼetê hʼefta tʼasa xwe rʼête ser hewê û ji tʼextê pʼaristgehê dengekî bilind derkʼet û got: «Hate sêrî!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite