Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 13:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Ewî hindava Xwedêda devê xwe xirab vekir û navê Wî, konê Wî û yêd ku eʼzmênda dimînin bêhurmet kir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Ji bo ku li dijî Xwedê çêran bike, devê xwe vekir û çêrî navê wî, konê wî û yên ku li ezmên rûdinin kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Әԝи һьндава Хԝәдеда дәве хԝә хьраб вәкьр у наве Ԝи, коне Ԝи у йед кӧ әʼзменда дьминьн беһӧрмәт кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 اَوی دَوْه خو وَگِر گو راستا خدادا کُفریا بِژیت، راستا ناوه وی و مالا وی کُفریا بِژیت، آنی راستا اَونه گو اَسمانی دا جی گِرتِنَ.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 13:6
26 Referans Kwoze  

Awa şa bin, eʼzmanno û yêd ku wanda dimînin. Lê wey li eʼrdê û li beʼrê, çimkî mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne».


Çimkî Mesîh ne ku kʼete pîrozgeha pê desta çêkirî mîna sûretê ya rʼast, lê hema xût kʼete eʼzmên, wekî niha bona me li ber Xwedê bisekine.


Çimkî ji dil fikirêd xirab, kuştin, zinêkʼarî, qavî, dizî, derewî, buxdan dertên.


Çʼêjikêd meʼra! Hûn çawa dikarin qenc xeber din, heger hûn xirab in? Çimkî dil çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje.


Min ji tʼext dengekî bilind bihîst ku got: «Va ye konê Xwedê nava merivada! Ewê Xwexa nav wanda bijî, ewana wê bibine cimeʼta Wî û Xwedê Xwexa jî wê tʼevî wan bimîne, çawa Xwedêyê wan.


Eʼzmano, cimeʼta Xwedê, şandî û pʼêxemberno! Dilê xwe şa kin li wî bajarî, ku Xwedê hʼeyfa we ji wî hilda.


Hingê wan her duya dengekî bilind ji eʼzmên bihîst ku wanrʼa got: «Werine vê jorê». Û ewana ber çʼeʼvêd dijminêd xwe eʼwrava hilkʼişîyane eʼzmên.


Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, va eʼlaleteke usa mezin, ku tʼu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimeʼtê û ji her zimanî li ber tʼext û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û çʼiqilêd xurma jî destêd wanda bûn,


Min bihîst ku her eʼfirînêd li eʼzmên, li ser eʼrdê, yêd bin eʼrdê, yêd beʼrêda û hʼemûyêd nava wanda, distiran: «Bira hʼeta-hʼetayê pesin, hurmet, rʼûmet û qudret li Yê ser tʼext rʼûniştî, usa jî li wî Berxî be!»


Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn.


Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, va eʼzmênda derîk vekirî ye. Û ew dengê ku min berê mîna dengê borʼîyê bihîstibû minrʼa got: «Rʼabe were vê jorê, Ezê wan tiştêd ku gerekê ji vir şûnda biqewimin, nîşanî te kim».


Kon bi du goza vegirtî bû: Ya derrʼa «pîrozgeh» digotin, têda hebûn şemdan, sifre û nanê Xwedêrʼa dayî.


Gewrîya wane tʼirba vekirî ye, zimanê wane derewîn e, jeʼra meʼra bin zarê wan e.


Çimkî tʼemamîya binyatʼa Xwedêtîyê nava Mesîhê bedenîda ye


Çimkî li Xwedê xweş hat, ku tʼemamîya binyatʼa xwedêtîyê nava Wîda be


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Lema ewe li ber tʼextê Xwedê ne, pʼaristgeha Wîda şev û rʼoj Wî dihʼebînin. Yê li ser tʼext rʼûniştî, wê konê Xwe li ser wan vegire.


Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, va pʼaristgeha eʼzmên vebû, awa gotî Konê Şeʼdetîyê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite