Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 13:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Wan serê xwe li ber zîyê danîn, ku wî hʼukumê xwe da wî ceʼnewirî. Usa jî serê xwe li ber ceʼnewir danîn û gotin: «Gelo kʼî mîna vî ceʼnewirî ye? Û kʼî dikare tʼevî vî şerʼ ke?»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Hingê mirov ji ejder re çûn ser çokan, çimkî wî desthilatiya xwe da cenawir. Mirov perizîn cenawir û gotin: «Gelo kî mîna cenawir e? Û kî dikare bi wî re şer bike?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Ԝан сәре хԝә ль бәр зийе данин, кӧ ԝи һʼӧкӧме хԝә да ԝи щәʼнәԝьри. Ӧса жи сәре хԝә ль бәр щәʼнәԝьр данин у готьн: «Гәло кʼи мина ви щәʼнәԝьри йә? У кʼи дькарә тʼәви ви шәрʼ кә?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 مِرُوان پَرستِشا اَژدَها گِرِن، چون گو اَوی اقتدارا خو دابو وه حیوانه وَحشی و اَوان اَو حیوانه وَحشی پَرستِش گِرِن و دِگُتن: «کِیَ گو بینا وه حیوانه وَحشی بیت؟ و کِیَ گو بِگاریت له ضِدّ وی شَری بِگَت؟»

Gade chapit la Kopi




Peyxam 13:4
18 Referans Kwoze  

Ew ceʼnewirê ku min dît, mîna piling bû, nigêd wî mîna lepê hʼirʼçʼa bûn û devê wî jî mîna devê şêra bû. Vî zîyayî qewata xwe, tʼextê xwe û hʼukumê xweyî mezin da wî ceʼnewirî.


û çaxê dûyê şewata wî dîtin, kirine qîrʼîn û gotin: «Gelo bajarekî din mîna vî bajarê mezin hebû?»


Hʼukum wîrʼa hate dayînê, wekî rʼuhʼ ber hʼeykelê ceʼnewirda bîne, ku hʼeykelê ceʼnewir xeber de û bikaribe ewêd ku ceʼnewir nehʼebînin bide kuştinê.


Pey vê yekêrʼa nîşaneke din jî eʼzmênda xuya bû. Min dîna xwe dayê, va zîyakî zerî mezin ku hʼeft serî û dehe stirûyêd wî hebûn û hʼeft tʼac jî li serêd wî bûn.


Ewê miqabilî her tiştêd ku xwedê têne hʼesabê yan têne hʼebandinê bisekine û xwe ser her tiştîrʼa bigire, hʼeta ku pʼaristgeha Xwedêda jî wê rʼûnê û eʼlam ke, ku xwexa Xwedê ye.


Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye».


Ew merivêd mayîne ku pê van bela nehatine kuştinê, ji wan pʼûtêd ku bi destêd xwe çêkiribûn venegerʼîyan. Wana destê xwe ji cinhʼebandinê, ji wan pʼûtêd zêrʼe, zîve, sifire, kevire, dare ku nabînin, nabihên û nagerʼin nekʼişandin.


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Poçʼa wî ji sê pʼara pʼareke steyrkêd eʼzmên kʼişand û avîte ser eʼrdê. Ew zîya li ber wê kʼulfeta ku kʼetibû ber zarʼê sekinî, ku hema çawa zarʼ bibe wê zarʼê hʼûfî xwe ke.


Hingê min dîna xwe dayê, va ceʼnewirekî din ji eʼrdê derdikʼet, du stirûyê wîye mîna yê berxa hebûn û mîna zîyê xeber dida.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite