Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 13:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Serîkî vî ceʼnewirî tê bêjî birîndar li ber mirinê bû, lê birîna wî hate qenckirinê. Û tʼemamîya dinyayê ser wî ceʼnewirî eʼcêbmayî ma.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Û seriyek ji seriyên cenawir wek ku li ber mirinê be birîndar bû, lê birîna mirinê hat qenckirin û seranserê dinyayê li cenawir şaş ma.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Сәрики ви щәʼнәԝьри те бежи бьриндар ль бәр мьрьне бу, ле бьрина ԝи һатә ԛәнщкьрьне. У тʼәмамийа дьнйайе сәр ԝи щәʼнәԝьри әʼщебмайи ма.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 مِرُو دِگُت سَر یگ ژه سَره وه حیوانه وَحشی بیرینَگ گو دِگُشت هَبو، بله بیرینا گو اَو دِگُشت چه بِبو. تواوی عَرد وه حالیدا گو دوو وه حیوانه وَحشی دا دِچُن، مابونَ حَیر.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 13:3
15 Referans Kwoze  

Ew ceʼnewirê ku te dît, wextekê hebû, lê niha tʼune. Ewê zûtirê ji gelîyê hey-wayê derkʼeve û herʼe unda be. Binelîyêd rʼûbarî dinêye ku navêd wan ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêda nehatine nivîsarê, wê eʼcêbmayî bimînin, gava wî ceʼnewirî bibînin, yê ku hebû û niha tʼune, lê wê hebe.


Ewî pê wan nîşanêd ku wîrʼa hatibûne dayînê, wekî li ber ceʼnewirê pêşin bike, binelîyêd li rʼûbarî dinê dixalifandin. Ewî wanrʼa got, ku hʼeykelekî wî ceʼnewirî çêkin, yê ku bi şûr hatibû birîndarkirinê û dîsa sax bû.


Çimkî Xwedê ev yek kire dilê wan, ku xwestina Wî bikin û ser nêtekê bin, pʼadşatîya xwe bidine ceʼnewir, hʼeta ku xeberêd Xwedê bêne sêrî.


Ji wan pênc kʼetine, yek heye, yê din hê nehatîye û gava bê, gerekê hinek wext bimîne.


Meremê van her deha yek e, ewê qewat û hʼukumê xwe bidine ceʼnewir.


Evî tʼemamîya hʼukumê ceʼnewirê pêşin li ber wî xwexa dida xebatê û pʼêyî ser eʼrdê û binelîyêd wê dikir, wekî serê xwe li ber wî ceʼnewirê pêşin daynin, yê ku birîna wîye ku berbi mirinê dibir hatibû qenckirinê.


Şimhʼûn xwexa jî bawer kir hate nixumandinê û tʼimê tʼevî Fîlîpo bû. Û gava ew nîşan û kʼeremetêd zor ku dibûn didît, eʼcêbmayî dima.


Wan rʼojada ji Awgûstoyê Qeyser eʼmir derkʼet, ku hʼemû merivêd Împêratorîya Rʼomayê bêne navnivîsarê.


Min dîna xwe dayê, wê ew kʼulfeta pê xûna cimeʼta Xwedê û pê xûna şeʼdêd Îsa serxweş bûye. Gava ku min ew dît, ez gelekî eʼcêbmayî mam.


Fêrisîya jî hevrʼa got: «Hûn dibînin eva yeka ji qewata me der e. Va tʼemamîya dinyayê pey Wî çû!»


Ew ceʼnewirê ku wextekê hebû û niha tʼune, ew xwexa jî pʼadşê hʼeyşta ye. Ew yekî ji wan her hʼefta ye û wê herʼe unda be.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite