15 Hʼukum wîrʼa hate dayînê, wekî rʼuhʼ ber hʼeykelê ceʼnewirda bîne, ku hʼeykelê ceʼnewir xeber de û bikaribe ewêd ku ceʼnewir nehʼebînin bide kuştinê.
Hingê min kʼursî dîtin ku ew li ser wan rʼûniştin, kʼîjanarʼa hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min rʼuhʼêd wan dîtin, serê kʼîjana bona şeʼdetîya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, kʼîjana serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser eʼnî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û tʼevî Mesîh hʼezar salî pʼadşatî kirin.
Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule.
Milyakʼetê pêşin çû tʼasa xwe rʼête ser eʼrdê, pʼizikêd pʼîse xirab li ser wan meriva derkʼetin, yêd ku nîşana ceʼnewir li ser wan bû û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîbûn.
Dûyê cefê wan wê hʼeta-hʼetayê bikʼişe û şev û rʼoj wê rʼihʼetîya wan tʼunebe, yêd ku serê xwe ber ceʼnewir û hʼeykelê wî datînin û nîşana wî li ser wan e».
Pey vê yekêrʼa milyakʼetekî din jî pey wan hat û bi dengekî bilind got: «Ewê ku serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî dayne û nîşana wî ser eʼnîya xwe yan ser destê xwe qebûl ke,
Ewî pê wan nîşanêd ku wîrʼa hatibûne dayînê, wekî li ber ceʼnewirê pêşin bike, binelîyêd li rʼûbarî dinê dixalifandin. Ewî wanrʼa got, ku hʼeykelekî wî ceʼnewirî çêkin, yê ku bi şûr hatibû birîndarkirinê û dîsa sax bû.
Hingê min dîna xwe dayê, va ceʼnewirek ji beʼrê derdikʼet. Hʼeft serêd wî û dehe stirûyêd wî hebûn, li ser stirûyêd wî dehe tʼac bûn û li ser her hʼeft serêd wî jî navêd kʼifirî-zifirîya bûn.
Evî tʼemamîya hʼukumê ceʼnewirê pêşin li ber wî xwexa dida xebatê û pʼêyî ser eʼrdê û binelîyêd wê dikir, wekî serê xwe li ber wî ceʼnewirê pêşin daynin, yê ku birîna wîye ku berbi mirinê dibir hatibû qenckirinê.