Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 12:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Hingê wî zîyayî hêrsa xwe li wê kʼulfetê rʼakir û çû, wekî şerʼê xwe tʼevî wan zarʼêd wêye mayîn bike, yêd ku tʼemîyêd Xwedê xwey dikin û şeʼdetîya bona Îsa didin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Îcar ejder ji jinikê hêrs bû û çû, da ku bi wan re şer bike, yên ku ji dûndana wê mane, yên ku emrên Xwedê bînin cih û şahidiya Îsa bi wan re ye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Һьнге ԝи зийайи һерса хԝә ль ԝе кʼӧлфәте рʼакьр у чу, ԝәки шәрʼе хԝә тʼәви ԝан зарʼед ԝейә майин бькә, йед кӧ тʼәмийед Хԝәде хԝәй дькьн у шәʼдәтийа бона Иса дьдьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 هِنگه اَژدَها ژه وه ژِنگه گَلَک کَربه وی وَبو و چو گو گَل نَسلا ژِنگه یا بَجی مایی شَری دامَزِرِنیت؛ آنی گَل اَونه گو اَمرِت خدا بَجی تینِن و خو بِوَ شَهادَتا عیسی گِرتِنَ.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 12:17
26 Referans Kwoze  

Awa li vir wê sebira cimeʼta Xwedê kêr bê, yêd ku tʼemîyêd Xwedê xwey dikin û hindava Îsada amin in.


Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê».


Gava ewana şeʼdetîya xwe ser hevda bînin, hingê ew ceʼnewirê ku ji gelîyê hey-wayê derdikʼeve, wê tʼevî wan şerʼ ke, wan bindest ke û bikuje.


Çaxê Wî mora pênca vekir, min bin gorîgehêda rʼuhʼêd wan meriva dîtin, yêd ku bona Xebera Xwedê û bona şeʼdetîya ku dabûn hatibûne kuştinê.


Yûhʼenna jî şeʼdetîya her tiştêd ku wî dîtibûn da, awa gotî şeʼdetîya gotina Xwedê, usa jî şeʼdetîya eʼlametîya Îsa Mesîhe rʼast.


Îzin wîrʼa hate dayînê, ku tʼevî cimeʼta Xwedê şerʼ ke û serkʼeve. Usa jî hʼukumê li ser her berekê, cimeʼtê, zimanî û miletî wîrʼa hate dayînê.


Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.


Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye».


Ez, Yûhʼennayê birê we me, yektîya Îsada heval-pʼarê wê tengasîyê, pʼadşatîya Wî û sebira we me. Ez bona xebera Xwedê û şeʼdetîya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêrʼa Patmos dibêjin.


Yê ku bawerîya xwe Kurʼê Xwedê tîne, nava wîda ev şeʼdetî heye. Yê ku bawerîya xwe Xwedê nayne, ew Xwedê derew derdixe, çimkî bawerîya xwe wê şeʼdetîyê nayne, ya ku Xwedê bona Kurʼê Xwe şeʼdetî da.


Bi vê yekê em zanin ku em zarʼêd Xwedê hʼiz dikin, gava em Xwedê hʼiz dikin û tʼemîyêd Wî diqedînin.


Bi wê yekê em zanin ku em Wî nas dikin, heger em tʼemîyêd Wî xwey kin.


Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine, wekî îzina wan hebe, ji berê dara jîyînê bixwin û dergehêd bajêrrʼa bikʼevine hindurʼ!


Hingê min kʼursî dîtin ku ew li ser wan rʼûniştin, kʼîjanarʼa hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min rʼuhʼêd wan dîtin, serê kʼîjana bona şeʼdetîya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, kʼîjana serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser eʼnî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û tʼevî Mesîh hʼezar salî pʼadşatî kirin.


Hingê min ew ceʼnewir û pʼadşêd dinyayê ordîyêd wanva li cîkî civîyayî dîtin, wekî şerʼê xwe tʼevî Wî sîyarê hespê boz û ordîya Wîva bikin.


Eʼzmano, cimeʼta Xwedê, şandî û pʼêxemberno! Dilê xwe şa kin li wî bajarî, ku Xwedê hʼeyfa we ji wî hilda.


Min dîna xwe dayê, wê ew kʼulfeta pê xûna cimeʼta Xwedê û pê xûna şeʼdêd Îsa serxweş bûye. Gava ku min ew dît, ez gelekî eʼcêbmayî mam.


Ez jî gava hatime cem we xûşk-birano, ez bi xeber yan serwaxtîya kʼemale giran nehatim surʼa Xwedê weva eʼyan kim.


Serwaxt bin, hʼişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mirʼe-mirʼa wî ye, digerʼe kʼa kʼê hʼûfî xwe ke.


û wan hʼemû tʼemîyêd ku Min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez va îroda her tʼim hʼeta axirîya dinyayê tʼevî we me!»


Lê eʼrdê alîkʼarîya wê kʼulfetê kir, devê xwe vekir û ew çʼemê ku zîyê ji devê xwe berʼdabû daqurtand.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite