Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 11:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Cinyazêd wan wê li ser meydana wî bajarê mezin avîtî bin, li wî cîyê ku Xudanê wan her duya hate xaçkirinê, ku bi meʼna rʼuhʼanî jêrʼa «Sodom» û «Misir» tê gotinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Cesedê wan wê li ser meydana wî bajarê mezin bimîne, ku bi mana ruhanî jê re Sodom û Misir tê gotin. Xudanê wan bi xwe jî li wê derê hat xaçkirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Щьнйазед ԝан ԝе ль сәр мәйдана ԝи бажаре мәзьн авити бьн, ль ԝи щийе кӧ Хӧдане ԝан һәр дӧйа һатә хачкьрьне, кӧ бь мәʼна рʼӧһʼани жерʼа «Содом» у «Мьсьр» те готьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 و جنازه وان دیه بِمینیتَ ناو خیاوانا وه شَهره مَزِن دا، هَمَن اَو شَهره گو بِ کِنایَ دِبِژِنه سُدوم و مصر؛ هَمَن اَو شَهره گو خادیه وان وِدَره خاچِوَ وَبو.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 11:8
40 Referans Kwoze  

Ji tirsa cefê wê, ewê li dûr bisekinin û bêjin: «Ax, ax bajarê mezin, bajarê zor, Babîlon! Dîwana te sihʼetekêda ser teda hat».


Hingê milyakʼetekî qewat, kevirek mîna beraşekî mezin hilda, avîte beʼrê û got: «Bi vî awayî jî bajarê mezin Babîlon wê qayîm jorda bê avîtinê û îdî tʼu car wê xuya nebe.


usa jî Îsa, ku cimeʼt bi xûna Xwe paqij bikira, ji dergehê bajêr der cefa kʼişand.


û çaxê dûyê şewata wî dîtin, kirine qîrʼîn û gotin: «Gelo bajarekî din mîna vî bajarê mezin hebû?»


Ji hʼemû cimeʼta, bereka, zimana û mileta wê sê rʼoj û nîva li cinyazêd wan binihêrʼin û nehêlin ku cinyazêd wan bikine tʼirba.


Vê jî bîr nekin çawa Sodom, Gomora û bajarêd dor-berêd wan, mîna wan ji gurʼa Xwedê derkʼetin qavî kirin, çʼeʼv avîtine bedena başqe û dîwana agirîye hʼeta-hʼetayê ser xweda anîn. Evana îdî bona me tʼerz û ders in.


Dîwana bajarêd Sodom û Gomorayê jî kir, ew kirin ax-xwelî, wêran kir, bona nepʼakêd pey wanrʼa dersek hişt.


Ez rʼast werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.


Ewî bi dengekî bilind kire gazî û got: «Hilşîya, wêran bû, Babîlona mezin! Ew bû cî-war, miskʼenê cina û sitʼara hʼemû rʼuhʼêd hʼeram, qelêtka hʼemû teyredêd nepʼake mirʼdarʼ.


Bajarê mezin bû sê pʼara û bajarêd mileta wêran bûn. Babîlona mezin hate bîra Xwedê, wekî wê kʼasa xweye şerava xezeba giranva bide wê.


Hingê milyakʼetekî din pey wî hat û got: «Hilşîya, wêran bû! Ew Babîlona mezin, ya ku ew şerava qavîya xweye har hʼemû milet dane vexwarinê».


Wê sihʼetê eʼrd qayîm hʼejîya, ji dehe pʼara pʼareke bajêr hilşîya û wê eʼrdhʼejêda hʼeft hʼezar meriv mirin, yêd mayîn jî çʼeʼvtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê eʼzmên.


heger ew ji wê bawerîyê bikʼevin, îdî nabe ku ewana dîsa vegerʼin ser xweda bên, çimkî ewana careke din Kurʼê Xwedê nav xweda xaç dikin û dikine sosret.


Ew kʼete eʼrdê û dengek bihîst ku wîrʼa digot: «Şawûl, Şawûl! Tu çima Min dizêrînî?»


Û xûna pʼêxember û cimeʼta Xwedê kʼete stûyê wî bajarî, belê xûna wan hʼemûya ku li ser rʼûyê eʼrdê hatine rʼêtinê».


Li ser eʼnîya wê navekî surʼ nivîsar bû: BABÎLONA MEZIN, MAKA QAVA Û KʼIRÊTÎYÊD DINYAYÊ.


Ji wan her hʼeft milyakʼetêd ku xweyê her hʼeft tʼasa bûn, yekî hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ez dîwana wê qava bi nav û deng nîşanî te kim, ya ku li ser gelek ava rʼûniştî ye.


Ew tirî wî hʼewzîda hatine hʼincirʼandinê, ku ji bajêr der bû û ji hʼewz xûn kʼişîya, xûnê avîte gemê hespa, qasî hʼezar şeşsid meydanî girt.


Ew jina ku te dît, ew bajarê mezin e, yê ku pʼadşatîyê li ser pʼadşêd dinyayê dike».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite