Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 11:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 û gotin: «Ya Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê, Yê heyî û Yê hebûyî, em şikirîyê didine Te, ku Te qewata Xweye mezin stand û dest bi hʼukumê Xwe kir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 «Ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî, Yê ku Hebû û Yê ku Heye, Em ji te re şikir dikin; Çimkî te hêza xwe ya mezin stand Û te dest bi hukumdariya xwe kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 у готьн: «Йа Хӧдан Хԝәдейе Һʼәму Зорайийе, Йе һәйи у Йе һәбуйи, әм шькьрийе дьдьнә Тә, кӧ Тә ԛәԝата Хԝәйә мәзьн станд у дәст бь һʼӧкӧме Хԝә кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 و دِگُتن: «اَی خاده خدایه قادرَ مطلق، اَم شُکرا تَ دِگَن، تِ گو هَیی و هَبویی، چون گو تَ قُدرَتا خو یا عَظیم گِرتیَ دَسته خو و تَ دَستبه سَلطَنَت گِرِنه گِریَ.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 11:17
27 Referans Kwoze  

«Ez Alfa û Omêga me», Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê dibêje, Yê ku heye, Yê ku hebû û Yê ku wê bê.


Wî çaxî min dengê milyakʼetê ava bihîst ku got: «Tu ser rʼastîyê yî, Yê heyî, Yê hebûyî û Yê pîroz î, ku Te dîwanêd bi vî awayî kirin.


Hingê min deng bihîst, çawa dengê eʼlaleteke giran, mîna dengê xule-xula gelek ava û mîna dengê gurʼînîya eʼwraye qayîm ku digotin: «Halêlûya! Çimkî Xudan Xwedêyê meyî Hʼemû Zorayîyê dest bi pʼadşatîyê kir.


Ji Yûhʼenna, her hʼeft civînarʼa, yêd ku qeza Asyayêda ne: Kʼerem û eʼdilayîya Wî li we be, Yê ku heye, Yê ku hebû, Yê ku wê bê û ji her hʼeft rʼuhʼêd ku li ber tʼextê Wî ne,


Hingê min dîna xwe dayê, eʼzman vebû, va ye hespekî boz, ku sîyarê Wîrʼa Amin û Rʼast digotin. Ew dîwankirinê û şerʼê Xweda ser rʼastîyê ye.


Hingê min dengê gorîgehê bihîst, ku aha got: «Belê, ya Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê, dîwanêd Te rʼast û heq in».


Evana ew rʼuhʼêd cina bûn, yêd ku nîşanêd eʼcêb dikin. Ew diçine cem hʼemû pʼadşêd dinyayê, wekî wan bicivînin, bona şerʼê wê Rʼoja Mezine Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê.


û stirana Mûsayê xulamê Xwedê û stirana Berx distiran: «Kirêd Te mezin û eʼcêb in Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê! Rʼîyêd Te rʼast û ser heqîyê ne, ya Pʼadşayê mileta.


Milyakʼetê hʼefta li borʼîyê xist û eʼzmênda dengêd bilind hatin ku digotin: «Pʼadşatîya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê Wî, Ewê hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bike».


Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me rʼazî me, Yê ku qewat da min, ez amin hʼesab kirim, danîme ser vê xizmetkʼarîyê.


Wî çaxî Ew bi Rʼuhʼê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.


Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin.


Şikir ji Xwedê bona wê dayîna wîye ku nayê gotin!


Lê şikir ji Xwedê, ku tʼimê me pʼêga kʼoma Mesîhe serkʼetinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike.


Hingê kevir wêda kirin. Îsa serê Xwe bilind kir û got: «Bavo, Ez zeʼf rʼazî me ku Te dengê Min bihîst.


Lema jî nava rʼojekêda wê belayêd wê ser wêda bên: Nexweşîya hʼal, şîn û xelayî û wê bibe xurê êgir. Çimkî ew Xudan Xwedê qewat e, yê ku dîwana wê dike».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite