Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 1:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Destê Wîyî rʼastêda hʼeft steyrk hebûn û ji devê Wî şûrekî dudevîyî tûj derdikʼet. Rʼûyê Wî mîna rʼoyê bû ku tʼemamîya qewata xweva şewq dide.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Û di destê wî yê rastê de heft stêr hebûn û ji devê wî şûrekî dudevî yê tûj derdiket. Rûyê wî wek wê roja ku bi hemû hêza xwe şewq dide bû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Дәсте Ԝийи рʼастеда һʼәфт стәйрк һәбун у жь дәве Ԝи шурәки дӧдәвийи туж дәрдькʼәт. Рʼуйе Ԝи мина рʼойе бу кӧ тʼәмамийа ԛәԝата хԝәва шәԝԛ дьдә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 ناو دَسته وی یه راسته دا هَفت سِتِر هَبون و ژه دَوْه وی شمشیرَگه دوژَ دوسَر دَرکَوته بو، و صومَته وی بینا رُژه بو گو بِ تواوی قاوَتا خو دِبِرِسقی.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 1:16
26 Referans Kwoze  

Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî birʼatir e, ku derbazî hʼeta navbera rʼuhʼ û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirêd dila jî eʼnene dike.


Awa ji gunekirinê vegerʼe, heger na, Ezê zûtirê bême cem te û pê şûrê devê Xwe tʼevî wan meriva şerʼ kim.


Ji devê Wî şûrekî tûj derdikʼet, wekî li mileta xe. Ewê pê şivdara hʼesinî şivantîyê li wan bike, wî hʼewzê şerava xezeba Xwedêyê Hʼemû Zorayîyêda wan bihʼincirʼîne.


Milyakʼetê civîna Pergamayêrʼa binivîse bêjê: Ewê ku şûrê Wîyî dudevîyî tûj heye aha dibêje:


Û xilazbûnê mîna kʼumzirihʼê hildin, mîna şûr jî xebera Xwedê, ku ji Rʼuhʼê Pîroz e.


Ewêd mayîn jî pê wî şûrê ku ji devê Sîyarê hespê boz derdikʼet, hatine kuştinê û hʼemû teyrede ji cinyazêd wan tʼêr bûn.


Hingê rʼengê Wî li ber çʼeʼvê wan hate guhastinê. Rʼûyê Wî mîna teʼvê biriqî û kʼincêd Wî jî mîna nûrê çîl-qerqaş bûn.


Surʼa van steyrka, yêd ku te destê Minî rʼastêda dîtin, usa jî her hʼeft şemdanêd zêrʼîn ev e: Ew her hʼeft steyrk, milyakʼetêd her hʼeft civîna ne û ew her hʼeft şemdan, her hʼeft civîn in.


Milyakʼetê civîna Sardeysêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft rʼuhʼêd Xwedê û hʼeft steyrkêd Wî hene, aha dibêje: Ez haş ji kirêd te heme, navê te heye yanê tu sax î, lê rʼast tu mirî yî.


Rʼoj nîvro bû, pʼadşayî xweş be, rʼêva min dît ji eʼzmên rʼonayîke ji rʼonayîya teʼvê zortir dora min û yêd tʼevî min dihatin şewq da.


Hingê nîşaneke mezin eʼzmênda xuya bû: Kʼulfetekê rʼo li xwe wergirtibû, hîv binê pʼîyada û tʼacekî ji donzdeh steyrka jî li sêrî bû.


Hingê min milyakʼetekî dinêyî zor dît ku ji eʼzmên dihate xwarê. Eʼwr lê wergirtî bû û kʼeskesor li sêrî bû, rʼûyê wî mîna rʼoyê bû, nigêd wî jî mîna stûnêd êgir bûn.


Milyakʼetê civîna Efesêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft steyrk destê Wîyî rʼastêda û nava hʼeft şemdanêd zêrʼînda digerʼe, aha dibêje:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite