Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs II 3:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Awa delalno, hê berêda hûn ku vê yekê zanin, haş ji xwe hebin, ku nebe hûn bi xalifandina merivêd bêolîtîyê ji rʼê derkʼevin û ji cîyê xweyî şidîyayî bikʼevin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Loma hezkirîno, wek ku hûn ji pêşî ve van tiştan dizanin, hay ji xwe hebin, da ku hûn bi xapandina yên neheq neyên xirandin û ji nelebtebûna xwe nekevin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Аԝа дәлално, һе бәреда һун кӧ ве йәке заньн, һаш жь хԝә һәбьн, кӧ нәбә һун бь хальфандьна мәрьвед беолитийе жь рʼе дәркʼәвьн у жь щийе хԝәйи шьдийайи бькʼәвьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 بَجا اون گَلی عزیزان، نَهَ گو اون پِشتِر وِنَ دِزانِن، له شار بِن وِسا له نَیِت گو اون بِ خطایا مِرُوه پیس ره دَرکَوِن و طیگ راوَستانا خو ژه دَست بِدَن.

Gade chapit la Kopi




Petrûs II 3:17
26 Referans Kwoze  

Çimkî em tʼevî Mesîh bûne xweyîpʼar, heger tʼenê em wê bawerîyê ji serîda hʼeta xilazîyê qewîn bigirin.


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtîya derewe pʼûçʼ dilê we bike hêsîr. Ew ji eʼdetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh.


Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin.


Awa xûşk-birayêd mine delal, qewîn bimînin, ji cîyê xwe nehʼejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herʼin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan.


Awa kʼî difikire ku ew miqerʼm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekʼeve.


Hʼevza xwe ji pʼêxemberêd derew bikin. Ewê bi pʼostê pêz bêne cem we, lê hindurʼva gurêd pʼerʼanî ne.


Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.


Tu jî hʼevza xwe ji wî bike, çimkî gelekî li ber gotina me rʼabû.


Lê tʼenê ez ditirsim, tuwere çawa meʼr bi fêlbazîya xwe Hêwa xapand, usa jî ew hʼişê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrhʼelalî û dilsaxîya xweye hindava Mesîhda bikin.


Îsa wanarʼa got: «Miqatî xwe bin, hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisî û sadûqîya bikin».


Wan tʼimê xwe li hînkirina şandîya digirt, li hev dicivîyan, nan kerdikirin û dua dikirin.


Hûn çawa feʼm nakin, wekî Min bona nan werʼa negot? Lê bona wê yekê, ku hûn hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisî û sadûqîya bikin».


Awa niha bîne bîra xwe, ku tu ji kʼu derê kʼetîyî û ji gunekirinê vegerʼe, kirêd xweye pêşîyê bike. Heger na, Ezê bême cem te û şemdana te ji cîyê wê hildim.


Bawerîyêda hʼîmgirtî miqabilî wî bisekinin, çimkî hûn zanin ku xûşk-birêd we jî tʼemamîya dinyayêda xût wan cefa dikʼişînin.


Rʼast e ez bedena xweda ji we dûr im, lê rʼuhʼê xweda tʼevî we me û ez şa me ku pʼergalîya weye tʼifaq û ew bawerîya weye ser Mesîh şidîyayî dibînim.


Hʼevza xwe ji «se-kûçʼika» bikin, hʼevza xwe ji pʼalêd xirab bikin, hʼevza xwe ji wan bikin, yêd ku qalib dibirʼin, sinet dikin.


Lê belê Min ev yekana werʼa gotin, wekî gava ew wext bê, hûn bînine bîra xwe ku Min ev yekana werʼa gotine. Min serê sêrîda ev tişt werʼa negotin, çimkî Ez tʼevî we bûm.


Û heger hûn bi Qanûn qedandinê dixwazin rʼast hʼesab bin, wekî usa ye hûn ji Mesîh qetîyayî ne û ji kʼeremê kʼetî ne.


Lûtê rʼast jî, ku ji bêpʼergalîya nepʼakaye bênamûsî aciz bibû, xilaz kir.


Delalno, eva îdî neʼma duda ye ez werʼa dinivîsim. Ez bi van neʼma dikim ku fikira weye safî hʼişyar kim, bînime bîra we.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite