Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs II 3:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Sebira Xudanê me xilazbûn hʼesab kin, çawa Pawlosê birê meyî delal jî bi wê serwaxtîya ku ji Xwedêda jêrʼa hatîye dayînê, werʼa nivîsî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Îcar bîhnfirehiya Xudanê me xilasî hesab bikin, çawa ku birayê me yê hezkirî Pawlos jî, li gor şehrezayiya ku ji wî re hatiye dayîn, ji we re nivîsiye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Сәбьра Хӧдане мә хьлазбун һʼәсаб кьн, чаԝа Паԝлосе бьре мәйи дәлал жи бь ԝе сәрԝахтийа кӧ жь Хԝәдеда жерʼа һатийә дайине, ԝәрʼа ньвиси.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 و صَبرا خادیه مَ، نجات بِزانِن، هَ وِسا گو بِرایه مَ یه عزیز پولس ژی گورَیَگی وه حکمتا گو بُ وی هاتیَ دایین، بُ وَ نِویسی.

Gade chapit la Kopi




Petrûs II 3:15
27 Referans Kwoze  

Yan jî tu ku dewlemendtîya şîrinayî, berbihêrî û sebira Wî bêhurmet dikî, tu nizanî ku şîrinayîya Xwedê te dibe berbi tʼobekirinê?


Xudan sozê Xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tʼu kes unda be, lê dixwaze wekî hʼemû ji gunekirinê vegerʼin.


Lê bona wê yekê rʼeʼm li min bû, wekî Mesîh Îsa ser min, çawa serê gunekʼara tʼemamîya sebira Xwe bide kʼifşê, çawa nexşek bona wan, yêd ku wê bawerîya xwe Wî bînin, jîyîna hʼeta-hʼetayê bistînin.


yêd ku wextekê ne guhdar bûn, gava Xwedê bi dûmika dirêj sebir dikir, wî zemanê Nuhda, gava gemî dihate çêkirinê. Wêda hindik, awa gotî hʼeyşt nefs «nava avêda» xilaz bûn.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Çimkî Ezê zar-ziman û serwaxtîyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin.


Heger serwaxtîya yekî ji we tʼêra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîrʼa bê dayînê. Ew bi merʼdanî dide hʼemûya û tʼu kesî bêqedir nake.


Bona vê yekê li tʼemamîya şêwira civîna me xweş hat, ku em meriva bibijêrin tʼevî birayêd meye delal Barnabas û Pawlos bişînine cem we,


Em bona van tişta bi gotinêd ji serwaxtîya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji Rʼuhʼê Xwedê xeber didin, tiştêd rʼuhʼanî wanrʼa şirovedikin, yêd ku xweyî-Rʼuhʼê Xwedê ne.


Ev surʼa bi dayînekê li ber min hate vekirinê. Min li jorê kin werʼa nivîsî


Yekîrʼa ji Rʼuhʼ xebera serwaxtîyê tê dayînê, yekîrʼa xebera zanebûnê xût ji wî Rʼuhʼî,


Min jî weke wê kʼerema ku Xwedê da min, mîna çîredestekî serwaxt hʼîm avît, lê yekî din ser çêdike. Lê belê tʼenê bira her kes haş ji xwe hebe, çawa çêdike.


ew ji hʼemû tengasîyêd wî xilaz kir. Gava ew ber Firewinê pʼadşê Misirê sekinî, Xwedê kʼerem û serwaxtî dayê, pʼadşê jî Ûsiv ser Misirê û tʼemamîya mala xwe kire serwêr.


Hananîya jî çû kʼete wê malê, destê xwe danî ser wî û gotê: «Şawûl bira! Xudan ez şandime, ew Îsayê rʼêva rʼastî te hat, wekî tu dîsa bibînî û bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bî».


Dixwazim wekî hûn gotinêd pʼêxemberêd pîroz, ku pêşda gotibûn û wê tʼemîya Xudan û Xilazkir, ku bi şandîya hatine gotinê bîr bînin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite