Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs II 3:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Heger ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herʼin, hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jîyîna hʼelal û xwedênasîyêda bimeşin,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Îcar, eger ev hemû tişt wê bi vî awayî ji hev belav bibin, divê ku hûn mirovên çawa bin? Divê ku hûn di jiyana pîroz û xwedayî de bijîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Һәгәр әв һәр тьшт ԝе бь ви аԝайи ԝеран бьн һәрʼьн, һун гәрәке мәрьвнә чаԝа бьн? Гәрәке һун жийина һʼәлал у хԝәденасийеда бьмәшьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 نَهَ گو اَو دِشدَنَ همو وِسا دیه بِهِلُشِن، اون دِبی مِرُوه چاون بِن؟ وَ دِبی ژیانَگه مُقدس و دیندار هَبیت و

Gade chapit la Kopi




Petrûs II 3:11
27 Referans Kwoze  

Lê mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava hʼemû rʼabûn-rʼûniştina xweda.


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


Nava pʼûtpʼaristada hûn xwe usa pʼergal xwey kin, wekî çi tiştîda jî we rʼezîl bikin çawa xirab, kirêd weye qenc bibînin û şikirîyê bidine Xwedê, wê Rʼoja ku serîkî bide dinê.


hîvîya Rʼoja Xwedê bin û hatina Wî lez xin. Wê rʼojê eʼzmanê bişewitin, wêran bin, agirê jî tiştêd bin pʼerʼê wêda bihʼelîne.


Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta birʼeve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, sebirê û milûktîyê herʼe.


Nava weda kʼî serwaxt û aqil e? Bira ew bi pʼergalîya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktîya serwaxtîyê bide kʼifşê.


Lê welatê me li eʼzmana ye, ji kʼu em çʼeʼvnihêrʼîya Xilazkir, Xudan Îsa Mesîh in.


Qewata xwedêtîya Wî her tiştê ku li jîyîna xwedênasîyê dikʼeve pʼêşkʼêşî me kir, bi wê zanebûna meye hindava Wîda, Yê ku bi saya rʼûmet û qencîya Xwe gazî me kir.


Heger yek tiştekî din hîn bike û gotinêd Xudanê me Îsa Mesîhe saxlem û hînkirina xwedêpʼaristîya me ne qayl e,


Nebe ku yek cahiltîya te bêhurmet ke, lê tu bawermendarʼa bibe nexşek, xeberdanêda, rʼabûn-rʼûniştinêda, hʼizkirinêda, bawerîyê û hʼelalîyêda.


Merivêd tʼevî Wî eʼcêbmayî man û gotin: «Ev kʼî ye, ku ba û gol jî êlimî Wî dibin?»


Xwe dibîne, derbaz dibe diçe û zû bîr dike, ku ew yekî çawa bû.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


çimkî Mizgînîdayîna me ne ku tʼenê bi xeberê werʼa hate dayînê, lê usa jî bi qewatê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bê şikîyê. Hûn zanin em bona we nava weda çawa bûne.


Belê xwedênasî kʼara ser kʼarê ye, heger bi rʼazîbûnê be.


ser zanebûnê xwegirtinê, ser xwegirtinê sebirê, ser sebirê xwedênasîyê,


Pʼerehʼizî bira nava jîyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, rʼazî bin, çimkî Xwedê got: «Ezê tʼu car ji te neçim û tʼu car te berʼnadim».


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ev çi zeman e. Niha îdî wext e hûn ji xewê hʼişyar bin, çimkî niha xilazbûn hê nêzîkî me ye, ne ku hingê gava me bawer kir.


Şev gelek çûye, sibeh nêzîk bûye, awa kirêd teʼrîstanîyê em ji xwe dûr xin û çʼekêd rʼonayîyê ser xweva kin.


Lê Rʼoja hatina Xudan wê mîna dizekî bê. Hingê eʼzmanê bi qûjînîya mezin betavebin û tiştêd bin pʼerʼê wanda jî wê bişewitin wêran bin, dinya û her tiştêd wêda jî wê unda bin herʼin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite