Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs II 3:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Delalno, eva îdî neʼma duda ye ez werʼa dinivîsim. Ez bi van neʼma dikim ku fikira weye safî hʼişyar kim, bînime bîra we.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Hezkirîno, niha ev nameya min a diduyan e ku ez ji we re dinivîsim. Di herduyan de jî ez fikrên we yên paqij hişyar dikim, tînim bîra we.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Дәлално, әва иди нәʼма дӧда йә әз ԝәрʼа дьньвисьм. Әз бь ван нәʼма дькьм кӧ фькьра ԝәйә сафи һʼьшйар кьм, биньмә бира ԝә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 گَلی عزیزان، نَهَ اَوَ ناما مِن یا دویه یَ گو اَز بُ وَ دِنِویسِم. هر دو نامَ مِن بُ ایناندِنا بیرا وَ نِویسی گو وَ بُ فِکرَگه خالص تشویق گَم،

Gade chapit la Kopi




Petrûs II 3:1
15 Referans Kwoze  

Bona wê yekê ez dikime bîra te, ku tu agirê pʼêşkʼêşa Xwedê hê gurʼ kî, ya ku bi destdanîna min terʼa hate dayînê.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Destê xwe zû daneyne ser yekî bona xizmetkʼarîya Xudan, ne jî tʼevî gunêd yêd mayîn bî. Xwe paqij xwey ke.


Xwezî li dilpaqija, çimkî ewê Xwedê bibînin.


Min berê gotîye û niha jî dibêjim, çawa cara duda nava weda hazir bûm, niha jî dîsa dûrva wanrʼa dinivîsim, yêd ku pêşda gune kirine û usa jî hʼemûyarʼa: Gava dîsa bêm, îdî ez nadime xatirê tʼu kesî,


Rʼast e em aha xeber didin delalno, lê em weda guman in, wekî hûn ser rʼêke hê qenc in, ku we dibe berbi xilazbûnê.


Delalno! Ez hîvî ji we dikim, çawa merivêd firarî û xerîbe vê dinê, hʼevza xwe ji dilhavijîyêd bedenê bikin, ku miqabilî rʼuhʼê we şerʼ dikin.


Lê bira ev yek weva teʼrî nemîne, delalno: Cem Xudan rʼojek mîna hʼezar salî ye û hʼezar sal jî mîna rʼojekê ye.


Awa delalno, hûn ku hîvîya van yeka ne, bikin ku Ew we bêlekʼe û bêqusûr eʼdilayîyêda tʼevî Xwe bibîne.


Awa delalno, hê berêda hûn ku vê yekê zanin, haş ji xwe hebin, ku nebe hûn bi xalifandina merivêd bêolîtîyê ji rʼê derkʼevin û ji cîyê xweyî şidîyayî bikʼevin.


Lê ez dixwazim bînime bîra we, çawa hûn van hʼemû tişta zanin jî, ku Xudan cimeʼta Xwe ji welatê Misirê xilaz kir, paşê qirʼa yêd ku bawer nekirin anî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite