Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs II 2:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 îlahî wan, yêd ku pey hʼeramîya xwestina qalib kʼetine, dijenine serwêrtîyê. Ewe berzeq û xwerʼazî ne, xof jî nakin, yêd xweyîrʼûmete jorin bêhurmet dikin,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 bi taybetî jî yên ku li pey xwesteka pîs ên nefsê dikevin û desthilatî kêm dibînin, ji bo cezakirinê heta Roja Dawî hiltîne. Evên curetkar û qure, ji çêrkirina yên xweyî rûmet natirsin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 илаһи ԝан, йед кӧ пәй һʼәрамийа хԝәстьна ԛальб кʼәтьнә, дьжәньнә сәрԝертийе. Әԝә бәрзәԛ у хԝәрʼази нә, хоф жи накьн, йед хԝәйирʼумәтә жорьн беһӧрмәт дькьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 مخصوصَن ژی اَونه گو خو دِسپارِنَ شهوته مِرارَ نفسه و اقتداره گوشگَ دِزانِن. اَو هِند قیاسا نَتِرس و مغرورِن گو ژه کُفر گِرِن راستا اَونه خُدان شُکوه و جلال گو اَسمانی دانَ دا ناتِرسِن.

Gade chapit la Kopi




Petrûs II 2:10
38 Referans Kwoze  

Evana merivne bîntenge fiş-fişko ne, pey xwestinêd dilê xwe diçin, ji xwe mestir xeber didin û bona kʼara xwe hʼilekʼarîya dikin.


Lê ev merivana serederîyê wan tişta nakin, kʼîjana ku bêhurmet dikin, lê çi jî mîna hʼeywanêd bêzare-bêziman bi binyatʼî feʼm dikin, bi wan jî unda dibin.


ku werʼa digotin: «Rʼojêd axirîyêda merivêd qerfkir wê derên, pey xwestinêd dilê xweye nepʼak herʼin».


Berî her tiştî vê yekê zanibin ku rʼojêd axirîyêda merivê derên, qerfê xwe xwedênasa bikin, ewê bi xwestina dilê xwe bimeşin


Çimkî çend meriv dizîva kʼetine nava we, ku derheqa dîwana wanda hê pêşda nivîsar bû. Ewêd nepʼak bin navê kʼerema Xwedêyê me xwe dane bênamûsîyê û Xudanê me Îsa Mesîh Xweyîkî bêşirîkî-bêheval înkʼar kirine.


Hûn vê yekê zanibin ku tʼu qav, yan hʼeram, yan timakʼar (ku pʼûtpʼarist e) Pʼadşatîya Mesîh û Xwedêda war nabe.


Lê bajarvana kʼîna wî girtibû, qasid li pey wî şandin û gotin: ‹Em naxwazin ew pʼadşatîyê li ser me bike›.


Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike.


Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlekʼe be: Ne serhʼişk, ne hêrs, ne pey şeravê kʼetî, ne sirʼtûk, ne pey kʼeda hʼeram,


Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, hʼeramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku pʼûtpʼaristî ye.


Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet,


Pawlos got: «Birano, min nizanibû ku ew serekkʼahîn e. Çawa nivîsar e: ‹Hindava serwêrê miletê xweda xirab xeber nede›».


Çimkî Xwedê gazî me li hʼeramîyê nekirîye, lê li hʼelalîyê.


Belê rʼast e em meriv in, lê bi merivayî eskerîyê nakin.


Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek.


Şerma rʼûyê xwe unda kirine û usa xwe dane doxînê, hʼeta ku her cûrʼe kirinêd hʼeram dikin û tʼêr nabin.


Merivê bibine xwehʼiz, pʼerehʼiz, kʼubar, babax, buxdanbêj, ne gurʼa dê-bavada, bêşêkir, hʼeram,


Û gava tê, paqijkirî û hevdayî dibîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite