Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs II 1:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Çimkî heger ev şuretana nava weda hene û zêde dibin, hûn bêkêr û bêber namînin nava wê zanebûna weye hindava Xudanê me Îsa Mesîhda.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Çimkî eger hûn xwediyê van tiştan bin û ev di nav we de zêde bibin, hûn di naskirina Xudanê me Îsa Mesîh de bêkêr û bêber namînin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Чьмки һәгәр әв шӧрәтана нава ԝәда һәнә у зедә дьбьн, һун бекер у бебәр наминьн нава ԝе занәбуна ԝәйә һьндава Хӧдане мә Иса Мәсиһда.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 چون هَگو وَ اَو خِصلَتنَ هَبِن و زِدَتِر بِن، ناهِلِن گو اون ژه مَعریفَتا خادیه مَ عیسیْ مسیحْ، به اَثَر آن به حاصِل بِمینِن.

Gade chapit la Kopi




Petrûs II 1:8
33 Referans Kwoze  

Yêd ji me jî bira hîn bin, pey kirinêd qenc bin, wekî kêrî hʼewcetîya merivayê bên û bê ber nebin.


Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi hʼemû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûrʼe stiranêd rʼuhʼanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên.


Her çʼiqilê Minva ku ber nade ew dibirʼe. Lê ew çʼiqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide.


Em naxwazin ku hûn xwerʼanedîtî bin, lê çʼeʼv bidine wan, yêd ku bi bawerîyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn.


Û ez vê duayê dikim, ku hʼizkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtîya gihîştîva zêde be,


Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin.


Awa xûşk-birayêd mine delal, qewîn bimînin, ji cîyê xwe nehʼejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herʼin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan.


De bira kʼerem û eʼdilayî bi wê zanebûna Xwedê û Xudanê me Îsa li ser we zêde be.


Ez dua dikim, wekî heleqetîya teye tʼevî me, nava bawerîyêda me bigihîne wê zanebûna kʼûr, ya ku hindava her tiştêd meye qence tʼevî Mesîh e.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Mesîh Îsa ser çi nêt-fikirê bû, ji we her kes jî usa bifikire:


Hûn dilê xwe bicêrʼibînin, kʼa hûn nava bawerîyêda ne? Xwe eʼnene kin. Hûn feʼm nakin, ku Îsa Mesîh nava weda ye, tʼenê cêrʼibandinêda hûn pênebûyî nîbin?


rʼaw avîtî, ser Wî çêkirî û bawerîyêda şidîyayî hʼîmgirtî bin, çawa hûn hatine hînkirinê. Û her gav bi dilê rʼazî şikirîyê bidine Wî.


Û ewê bona we dua bikin, hʼeyra weda bin, bona wê kʼerema Xwedêye ser kʼerema, ya ku werʼa hatîye dayînê.


Nava wê hêsîrî-belengazîya ku pê hatine cêrʼibandinê û nava kʼesîbîya xweye giranda jî, şabûna wan hê zêde bû û hê xwe dane merʼdanîyê.


Serda jî mal bi mal digerʼin, xwerʼanedîtî hîn dibin, ne tʼenê xwerʼanedîtî ne, usa jî gilîgerʼo, tʼevî şixulê xelqê dibin û tiştêd necayîz xeber didin.


Bira Xudan hʼizkirina we hindava hev û hʼemûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye.


Çawa hûn her tiştîda tʼêre-tʼijî ne, bawerîyê, xeberdanê, zanebûnê, tʼemamîya xîretêda û wê hʼizkirina xweye hindava meda, usa jî vî şixulê qencda tʼêr-tʼijî bin.


xîretêda xwerʼanedîtî nîbin, rʼuhʼê xweda alav din, xizmetkʼarîya Xudan bikin,


lê Ez we nas dikim û zanim ku dilê weda hʼizkirina Xwedê tʼune.


Axayê wî lê vegerʼand û gotê: ‹Xulamê xirab û xwerʼanedîtî! Te zanibû ez ji wî cîyê ku min neçandîye didirûm û ji wî cîyê ku min nerʼeşandîye berev dikim,


Û nêzîkî sihʼeta pênca derkʼet, hinekêd din jî ku betal sekinîbûn dîtin û gote wan: ‹Çima tʼemamîya rʼojê hûn li vir betal sekinîne?›


Nêzîkî sihʼeta neha derkʼet, hinekêd dine ku bazarêda betal sekinîbûn dîtin


Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.


Û serda jî ez her tiştî zîyan hʼesab dikim û himberî vê yekê nakim, ku Xudanê xwe Mesîh Îsa nas bikim, ku kʼara ser kʼara ye! Bona xatirê Wî ez ji her tiştî qetîyam û çawa gemar hʼesab dikim, wekî Mesîh qazinc kim


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


Qewata xwedêtîya Wî her tiştê ku li jîyîna xwedênasîyê dikʼeve pʼêşkʼêşî me kir, bi wê zanebûna meye hindava Wîda, Yê ku bi saya rʼûmet û qencîya Xwe gazî me kir.


Heger ewêd ku pê zanebûna hindava Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh carekêrʼa destê xwe ji hʼeramîyêd dinê kirin, paşê dîsa bikʼevine nava wan hʼeramîya, bidine der, axirîya wanê ji ya pêşin xirabtir be.


Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite