Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs II 1:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Awa gotinêd pʼêxembertîyê jî bona me hê mak dibin. Qenc e wekî hûn dîna xwe bidine wan, çimkî ew mîna çʼirakê ne, ku teʼrîyêda rʼonayê dide, hʼeta sibeh zelal be û steyrka berbirʼo dilê weda derê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Bi vî awayî peyva pêxemberîtiyê ji me re hê bêtir qayîm hat deranîn. Heta ku sibe zelal bibe û stêrka sibê di dilê we de derkeve, wek çiraya ku di tariyê de ronahî dide, hûnê qenc bikin ku hûn bala xwe bidin peyvên pêxemberîtiyê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Аԝа готьнед пʼехәмбәртийе жи бона мә һе мак дьбьн. Ԛәнщ ә ԝәки һун дина хԝә бьдьнә ԝан, чьмки әԝ мина чʼьраке нә, кӧ тәʼрийеда рʼонайе дьдә, һʼәта сьбәһ зәлал бә у стәйрка бәрбьрʼо дьле ԝәда дәре.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 مَ قِسا خُدان هِتبارَ پِیغَمبَرا هَیَ گو اونه شُلَگه قَنج بِگَن هَگو اون گوهه بِدَنه، چون گو بینا چِرایَگه ناو جیَگه تاری دا دِجِرِسگیت، حَتا وقته گو رُژ دَرکَویت و سِتِرا سِبیزو ناو دله وَدا دَرکَویت.

Gade chapit la Kopi




Petrûs II 1:19
27 Referans Kwoze  

«Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me».


Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin.


Û Ezê steyrka sibêye zû bidime wî.


Yûhʼenna çʼirak bû ku dişixulî û rʼonayî dida. We xwest ku hinek wext bi rʼonaya wî şa bin.


ew cimeʼta ku nav teʼrîstanîyêda rʼûniştibû, rʼonayîke mezin dît û ewêd ku li welat û sîya mirinêda rʼûniştibûn, rʼonayî ji wanarʼa derkʼet».


Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe».


Yê ku bawerîya xwe Kurʼê Xwedê tîne, nava wîda ev şeʼdetî heye. Yê ku bawerîya xwe Xwedê nayne, ew Xwedê derew derdixe, çimkî bawerîya xwe wê şeʼdetîyê nayne, ya ku Xwedê bona Kurʼê Xwe şeʼdetî da.


Bona vê xilazbûnê pʼêxember lê gerʼîyan û kʼetibûne bin eʼnena û bona wê kʼerema ku wê werʼa bibûya pʼêxembertî kirin.


Heger hûn qanûna Pʼadşatîyê biqedînin, li gora nivîsara ku dibêje: «Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike», hûn qenc dikin.


Ev cihû ji yêd Tʼêsalonîkê serwaxttir bûn, xebera Xwedê bi dil û can qebûl kirin û her rʼoj nivîsarada kʼûr dibûn, kʼa ev tişt usa ne.


Dûrî qurbanêd pʼûta, xûnê, mirarîyê û bênamûsîyê bin. Heger hûn xwe ji van tişta xwey kin, qenc e. Hûn xweş bin, de ma xatirê we».


Wana şeʼdetîya hʼizkirina te ber civîna vir da. Tê tiştekî qenc bikî, heger tu wan usa verʼêkî çawa ku li Xwedê xweş tê.


Çimkî heger ew xebera pê milyakʼeta hate gotinê hʼîmgirtî ma û hʼemû neheqîyê û bêêlimîyê heqê xwe rʼast standin,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite