Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs II 1:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe tʼestîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tʼu car nakʼevin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Ji ber vê yekê birano, xîretkêşiyê bikin ku hûn gazîkirin û hilbijartina xwe qayîm bikin. Eger hûn van tiştan bikin, hûn tu caran naterpilin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Бона ве йәке хушк-бьрано, һе бькьн кӧ ԝе гази у жьбарәбуна хԝә тʼәстиԛ кьн. Һун кӧ ве йәке бькьн, тʼӧ щар накʼәвьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 بَجا گَلی بِرایا، زِدَتِر سَعی گَن گو گازی بون و بِژارتِنا خو تأیید گَن، چون هَگو اون وان خِصلَتانَ بِدَنَ شُله، اون چه جارا ناکَوِن.

Gade chapit la Kopi




Petrûs II 1:10
31 Referans Kwoze  

Awa delalno, hê berêda hûn ku vê yekê zanin, haş ji xwe hebin, ku nebe hûn bi xalifandina merivêd bêolîtîyê ji rʼê derkʼevin û ji cîyê xweyî şidîyayî bikʼevin.


Lê em muhʼtac in wekî ji we her yek hʼeta xilazîyê wê xîretê bide kʼifşê, ku gumana we hʼîmgirtî bimîne.


Hema bona vê yekê her alîyava xîret kin, ser bawerîya xweda qencîyê zêde kin, ser qencîyêda zanebûnê,


Lê belê hʼîmê ku Xwedê danî qedîm dimîne û ev mor ser e: «Xudan yêd pʼara Xwe nas dike» û «Her kesêd ku navê Xudan hildane ser xwe, bira ew ji neheqîyê dûr bin».


Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine, wekî îzina wan hebe, ji berê dara jîyînê bixwin û dergehêd bajêrrʼa bikʼevine hindurʼ!


Û qewata Xwedê pê bawerîya we, we xwey dike, bona wê xilazbûna hazirkirî, ya ku axirîya zemênda wê xuya be.


Hûn li gora wê qirara Bav Xwedêye pêşda hatine bijartinê û bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare dibin, wekî guhdarîya Îsa Mesîh bikin û bi xûna Wîye rʼêtî bêne paqijkirinê: De bira kʼerem û eʼdilayî hê li we zêde be.


Eva gumana bona jîyîna me dibe lengereke hʼîmgirtî û amin, ku pʼerʼda pîrozgeha eʼzmênrʼa derbazî hindurʼê Cîyê Herî Pîroz dibe,


Awa gazîkirî gelek in, lê bijartî hindik in».


Çimkî Xwedê kʼîjana dibijêre û pʼêşkʼêşa dide kʼê, wê yekêda ne pʼoşman e.


Ewê ku tʼemamîya Qanûnê xwey dike, lê tiştekî jê berʼdide, ew dibe deyndarê tʼemamîya Qanûnê.


Qewata xwedêtîya Wî her tiştê ku li jîyîna xwedênasîyê dikʼeve pʼêşkʼêşî me kir, bi wê zanebûna meye hindava Wîda, Yê ku bi saya rʼûmet û qencîya Xwe gazî me kir.


Awa delalno, hûn ku hîvîya van yeka ne, bikin ku Ew we bêlekʼe û bêqusûr eʼdilayîyêda tʼevî Xwe bibîne.


Wîrʼa, Yê ku dikare we ji kʼetinê xwey ke û li ber rʼûmeta Xwe bêqusûr eşq bide sekinandinê,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite