Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs I 5:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Min bi destê Sîlas ê ku ez wî birayekî dilsoz hesab dikim, bi kurtî ji we re nivîsî, da ku ez we bişidînim û şahidî bikim ku kerema Xwedê ya rastîn ev e. Di vê de bimînin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Мьн бь дәсте Силас, чаԝа бьраки амьн әз ԝи һʼәсаб дькьм, кьн ԝәрʼа ньвиси, дьл дьдьмә ԝә у шәʼдәтийе дьдьм, кӧ әв ә кʼәрәма Хԝәдейә рʼаст. Веда һун ԛәԝин бьсәкьньн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 مِن بِ واسِطا سیلاس گو اَز اَوی بینا بِرایَگه وفادار دِزانِم، اَو نِویسارَ گُرْتْ بُ وَ نِویسیَ گو وَ نصیحت گَم و شَهادَته بِدَم گو اَوَیَ لطفا خدا یا راست. ناو وه لطفه دا طیگ راوَستِن.

Gade chapit la Kopi




Petrûs I 5:12
24 Referans Kwoze  

Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, hûn bi sebirê guh bidine van gotinêd mine dildayînî, çimkî min werʼa kin nivîsî.


Gava gihîştê û kʼerema Xwedê dît, şa bû û dil dida wan hʼemûya ku bi tʼemamîya dilê xweva Xudanrʼa amin bimînin.


Çimkî Kurʼê Xwedê, Îsa Mesîh ku pê me werʼa hate dannasînkirinê, (bi min, Sîlas û Tîmotʼêyo), «Belê» û «Na» nebû, lê nava Wîda tʼimê «Belê» ye.


Ez wê Mizgînîyê dixwazim bînime bîra we xûşk-birano, ya ku min werʼa dannasîn kir û we qebûl kir, ser wê jî sekinîne.


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e:


Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e: De bira kʼerem û eʼdilayî li we be.


Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin.


Bona Dîmîtrîyo hʼemû jî şeʼdetîya qenc didin, hʼeta ku rʼastî jî. Em jî şeʼdetîyê didin û tu zanî ku şeʼdetîya me rʼast e.


Destê xwe ji rʼîya rʼast kirin, xalifîn, rʼîya Bilamê Beûrda çûn, yê ku maşê neheqîyê hʼiz kir.


Bona vê yekê ez her gav dixwazim ku van tişta bikime bîra we, çawa hûn zanin û ser wê rʼastîya ku gihîştîye we jî hʼîmgirtî ne.


Ez wî tʼevî birayê meyî aminî delal Onîsîmo dişînim, ku ew ji we ye jî. Ewana werʼa wê bona her tiştêd ku li vir diqewimin bêjin.


Bona min Tixîko wê her tiştî werʼa bêje. Ew birakî delal e, berdestîkî amin û heval-xulamekî yektîya Xudanda ye.


Hûn vê yekê ji hevalxulamê meyî hʼizkirî Êpafras hîn bûne, ku hindava meda berdestîkî Mesîhî amin e.


Wekî hûn jî bona min bizanibin, haş ji hʼal-hʼewalê min hebin, Tixîkoyê birayê delal û qulixkʼarê amin yektîya Xudanda wê her tiştî werʼa bêje.


Ev surʼa bi dayînekê li ber min hate vekirinê. Min li jorê kin werʼa nivîsî


Em hʼukumî ser bawerîya we nakin, çimkî hûn bawerîyêda şidîyayî ne, lê em tʼevî we dixebitin bona şabûna we.


Pê Wî me bi bawerîyê mecal dît tʼevî wê kʼeremê bin, kʼîjanêda em sekinîne. Û bi wê gumana ku emê tʼevî rʼûmeta Xwedê bin difirʼin.


Petrûs gava ew dît, ji Îsa pirsî: «Xudan, lê îjar evê çawa be?»


Hingê li şandîya, berpirsîyara û tʼemamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û tʼevî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêrʼa digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana eʼyan bûn.


Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û hʼişyar bin, tʼam gumana xwe bidine ser wê kʼeremê, ya ku wê werʼa bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Ji we kʼê çi pʼêşkʼêş standîye, bi wê jî hevrʼa xizmetkʼarîyê bikin, çawa wekʼîlêd qence kʼerema Xwedê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite