Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs I 4:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Dawiya her tiştî nêzîk e; loma sergiran bin û ji bo duakirinê li ser hişê xwe bin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Ахьрийа һәр тьшти незик буйә. Аԝа сәрԝахт у сәр хԝә бьн, кӧ бькарьбьн дӧа бькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 دوماییگا همو دِشدی نِیزوکَ؛ بَجا خو راگِرِن و بَر خاطره دعایه خو هیشیار بِن.

Gade chapit la Kopi




Petrûs I 4:7
34 Referans Kwoze  

Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û hʼişyar bin, tʼam gumana xwe bidine ser wê kʼeremê, ya ku wê werʼa bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Serwaxt bin, hʼişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mirʼe-mirʼa wî ye, digerʼe kʼa kʼê hʼûfî xwe ke.


Lê tu her tiştîda serxwe bimîne, li tengasîya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne.


Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we pʼirʼxurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Rʼoj ser weda bê.


Bira em dest ji lihevcivînê nekʼişînin, çawa ku hineka xwerʼa kirîye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî hûn dibînin ku Rʼoja Axretê nêzîk dibe.


Her gav xwe bidine dua, duakirinêda hʼişyar bimînin, şikirîya xwe li Xwedê bînin.


Ew me hîn dike, ku em nepʼakîyê û dilhavijîyêd dinyayê înkʼar kin û aqilda giran, bi heqîyê û xwedênasîyê bijîn li vê dinê,


bi gumanê şa bin, tengasîyada sebir kin, her gav dua bikin,


Bira berbihêrîya we hʼemû merivava eʼyan be. Xudan nêzîk e.


Û wanrʼa got: «Hûn çima rʼadizên? Rʼabin dua bikin, ku nekʼevine nava cêrʼibandinê».


«Va ye Ezê mîna diza bêm! Xwezî li wî, yê ku hʼişyar dimîne û kʼincêd xwe xwey dike, wekî teʼzî negerʼe û eʼyba wî xuya nebe!»


Usa jî mêrno, bi feʼmdarîyê eʼmirê xwe tʼevî jinêd xwe derbaz kin, çawa qisimê sist qedirê wan bigirin, usa jî çawa hevalwarê wê jîyîna ku hûnê pʼêşkʼêş bistînin, wekî tʼu tişt nebine bayîsê duayêd we.


Bi hʼemû dua û rʼeca her gav dua bikin pê Rʼuhʼê Pîroz. Ser vê yekê hʼişyar bimînin û bona tʼemamîya cimeʼta Xwedê tʼimê dua bikin.


Hingê axirî wê bê, gava kʼoka her serwêrtîyê, hʼukumetîyê û qewatê bîne û pʼadşatîyê bide destê Bav Xwedê.


Ez werʼa dibêjim birano: Wext hindik maye. Ji vir şûnda ewê ku jina wî heye bira usa be çawa yê bê jin,


Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê weyê kʼîjan rʼojê bê.


Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin».


Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn ne rʼoja hatina Kurʼê Mêriv zanin, ne jî sihʼetê.


Heger aha bûya, Ewî gerekê gelek cara pey eʼfirandina dinyayêrʼa cefa bikʼişanda. Lê niha axirîya dewrada Ewî Xwe da kʼifşê û carekê bona her tʼim pê xwequrbankirinê gune hildan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite