Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs I 4:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Îdî wext pêrʼa gihîştîye, wekî dîwan ji mala Xwedêda destpêbe û heger pêşda ji meda destpêdibe, lê axirîya wanê çawa be, yêd ku gurʼa wê Mizgînîya ji Xwedê nakin?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Çimkî wext hat ku dîwan ji mala Xwedê dest pê bike. Eger ji me dest pê bike, dawiya wan ên ku li gor Mizgîniya Xwedê nakin wê çawa be?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Иди ԝәхт перʼа гьһиштийә, ԝәки диԝан жь мала Хԝәдеда дәстпебә у һәгәр пешда жь мәда дәстпедьбә, ле ахьрийа ԝане чаԝа бә, йед кӧ гӧрʼа ԝе Мьзгинийа жь Хԝәде накьн?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 چون وقته هِنده یَ گو قضاوت ژه خانوادا خدا دَستبه بِگَت؛ و هَگو ژه مَ دَستبه دِگَت، بَجا دوماییگا اَونه گو ژه انجیلا خدا اطاعته ناگَن دیه چاون بیت؟

Gade chapit la Kopi




Petrûs I 4:17
26 Referans Kwoze  

wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.


«Kevirê ku meriv serda dilikʼumin û zinarê ku jê hol dibin». Ew dilikʼumin, çimkî guhdarîya xeberê nakin û çawa wê yekêrʼa jî kʼifşkirî ne.


Tengasî û zulmê ser wan hʼemûyada bê, yêd xirabîyê dikin, pêşîyê ser cihûya, paşê ser necihûya.


Heger serê dara Terʼ aha dikin, lê hʼalê dara hʼişk wê çawa be?»


Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê


Serda jî Xwedê bi nîşana, kʼeremeta, cûrʼe-cûrʼe kirêd qewat û pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼê Pîroze belakirî şeʼdetî da, çawa ku eʼmirê Wî bû.


Çimkî heger ew xebera pê milyakʼeta hate gotinê hʼîmgirtî ma û hʼemû neheqîyê û bêêlimîyê heqê xwe rʼast standin,


Hûn rʼind pêşda diçûn! Kʼê hûn dane sekinandinê, ku êlimî rʼastîyê nebin?


Bi bawerîyê, gava Birahîm hate gazîkirinê, guhdarî kir, ku herʼe wî cîyê ku wê çawa war bistanda. Û rʼabû çû, lê nizanibû jî kʼuda diçe.


Gelî galatîyêd bêhʼiş! Kʼê serê we tʼijî kir? Ne axir Îsa Mesîh li ber çʼeʼvê we xaçbûyî hate dîyarkirinê?


Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


Awa hʼeta ku wext destêd meda ye, hʼemûyarʼa qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêrʼa.


Lê heger ez derengî jî bikʼevim, tê zanibî gerekê çawa mala Xwedêda rʼabin-rʼûnên, ya ku civîna Xwedêyê sax e, stûn û hʼîmê rʼastîyê ye.


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


Hûn jî mîna kevirêd sax, pʼaristgeheke rʼuhʼanî werine çêkirinê, çawa kʼahînêd pîroz qurbanêd rʼuhʼanîye li Xwedê xweş bi Îsa Mesîh bidin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite