Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs I 4:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Heger hûn bona navê Mesîh bêne rʼezîlkirinê, hûne xwezilî ne, ku usa ye Rʼuhʼê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê Xwedê ser we danîye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Eger di ber navê Mesîh de hûn bên nizimkirin, xwezî bi we, çimkî Ruhê rûmetê, yanî Ruhê Xwedê li ser we dimîne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Һәгәр һун бона наве Мәсиһ бенә рʼәзилкьрьне, һунә хԝәзьли нә, кӧ ӧса йә Рʼӧһʼе хԝәйирʼумәт, Рʼӧһʼе Хԝәде сәр ԝә данийә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 هَگو بَر خاطره ناوه مسیحْ به حُرمَتیا وَ هاتَ گِرِن، خَنیَگه حاله وَ، چون گو رِحا شُکوه و جلاله، رِحا خدا سَر وَ جی دِگِریت.

Gade chapit la Kopi




Petrûs I 4:14
37 Referans Kwoze  

Lê heger hûn bona rʼastîkirinê cefê jî bibînin, hûne xwezilî ne! Îdî ji meriva netirsin û xwe unda nekin.


Xwezî li we, gava hûn bona Kurʼê Mêriv ber çʼeʼvê merîya rʼeş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin.


Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin.


Xwezî li we, gava bona navê Min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûrʼe buxdan li we bikin.


xweyê îsafa rʼihʼet bin, wekî, gava hûn bêne rʼezîlkirinê, yêd ku pʼergalîya weye qence tʼevî Mesîh bêhurmet dikin, şermî bin.


Lema jî ez bona navê Mesîh sistîya, qara, hêsîrî-belengazîya, zêrandina û teʼlî-tengîya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim.


Lê van hʼemû tişta bona navê Min wê bînine serê we, çimkî Wî nas nakin, Yê ku Ez şandime.


Belê em xwezîya xwe li yêd sebir dikin tînin. We bona sebira Îbo bihîstîye û we dît, Xudan axirîya wî çawa xêr kir, çimkî Xudan gelekî îsaf û rʼeʼm e!


Gava cihûya ew eʼlalet dît, ji hʼevsûdîyê miqabilî gotinêd Pawlos sekinîn û ew bêhurmet kirin.


Nava pʼûtpʼaristada hûn xwe usa pʼergal xwey kin, wekî çi tiştîda jî we rʼezîl bikin çawa xirab, kirêd weye qenc bibînin û şikirîyê bidine Xwedê, wê Rʼoja ku serîkî bide dinê.


Ewî qara Mesîh hê hebûneke mezin hʼesab kir, ne ku xiznêd Misirê, çimkî çʼeʼvnihêrʼî bû, ku heqê xwe bistanda.


Û bona min şikirî didane Xwedê.


Caba wî dan û gotin: «Tu serda-pêda nav gunada dinê kʼetî yî û me hîn dikî?» Û ew ji kʼinîştê derxistine der.


Wana ew bêhurmet kir û gotin: «Tu yî şagirtê Wî, lê em şagirtêd Mûsa ne!


Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Çima em rʼast nabêjin, ku Tu samerî yî û cina dikʼevî?»


Usa jî bira rʼonaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî eʼzmana bidin.


Gelek wê ber bayê bênamûsîya wan kʼevin, rʼûyê wanda wê rʼîya rʼastîyê bê bêhurmetkirinê.


Gava ew miqabilî wî rʼabûn û ew bêhurmet kirin, ewî kʼincê xwe dawşand û gote wan: «Xûna we serê we be, ez bêsûc im. Ji vir şûnda ezê herʼime cem necihûya».


Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Lê em dixwazin ji te bibihên, kʼa bîr û bawerîya te çi ye, çimkî bona wê kʼomelê meva îdî eʼyan e ku hʼemû cîya miqabilî wê xeber didin».


Her gav em mirina Îsa bedenêd xweda dibin, wekî jîyîna Îsa jî bedena meda kʼifş be.


Lema em ji vê yekê venakʼişin. Belê em ji dervava dêris dibin diçin, lê dilda rʼoj bi rʼoj nûyejîyîn dibin.


Lê heger cefê bikʼişîne çawa mesîhî, bira şerm neke, lê şikirîyê bide Xwedê bona vî navî, ku ser wî ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite