Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs I 4:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Ji we kʼê çi pʼêşkʼêş standîye, bi wê jî hevrʼa xizmetkʼarîyê bikin, çawa wekʼîlêd qence kʼerema Xwedê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Her yek ji we, çi diyariya ruhanî standibe, bi wê wek şahneyên qenc ên kerema Xwedê ya cûr bi cûr, ji hev re xizmetê bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Жь ԝә кʼе чь пʼешкʼеш стандийә, бь ԝе жи һәврʼа хьзмәткʼарийе бькьн, чаԝа ԝәкʼилед ԛәнщә кʼәрәма Хԝәде.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 مقاما وان چاودِره قَنج دا گو لطفه جُرواجُرَ خدا بُ وان هاتیَ سِپاردِن، هَریگ ژه وَ اَو دیاریا گو بُ وی هاتیَ سِپاردِن بُ خِذمَت گِرِن بُ یِگودو بِدَتَ شُله.

Gade chapit la Kopi




Petrûs I 4:10
29 Referans Kwoze  

Çimkî Kurʼê Mêriv jî nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide ku geleka bikʼirʼe».


Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.


Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.


Min jî weke wê kʼerema ku Xwedê da min, mîna çîredestekî serwaxt hʼîm avît, lê yekî din ser çêdike. Lê belê tʼenê bira her kes haş ji xwe hebe, çawa çêdike.


Eva Ew bû, Yê ku pʼêşkʼêş dane meriva, ku hinek bibine şandî, hinek pʼêxember, hinek mizgîndar, hinek jî seʼvî û dersdar.


Ew qayl bûn û deyndarê wan in jî. Çimkî necihûya alîyê rʼuhʼanîda kʼomek ji cihûya standin, gerekê ew jî alîyê hebûka dinêda kʼomekê bidine wan.


Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlekʼe be: Ne serhʼişk, ne hêrs, ne pey şeravê kʼetî, ne sirʼtûk, ne pey kʼeda hʼeram,


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


Xudan got: «Kʼî ye ew wekʼîlxercê amin û serwaxt, ku axayê wî, wê wî ser xulamêd xwe serwêr kʼifş ke, ku wextda xwarina wan bide wan.


Kʼî te ji xelqê firqî dike? Çî te heye, ku te pʼêşkʼêş nestandîye? Lê wekî te standîye, çima pʼeyê xwe didî çawa te nestandibe?


Gazî dehe xulamêd xwe kir, dehe zêrʼ dane wan û got: ‹Van bidine xebatê, hʼeta ku ez vegerʼim›.


û Yohana, jina Xûzayê wekʼîlxercê mala Hêrodes, Sosin û gelekêd mayîn, ku wana bi hebûka xweva wanrʼa berdestî dikirin.


Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kʼerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kʼerem bêfeyde be.


Lê niha ez diçime Orşelîmê, ku bi kʼomekdayînê xizmetkʼarîya cimeʼta Xwedê bikim.


Hingê ewê Wîrʼa bêjin: ‹Xudan! Me kʼengê Tu birʼçî yan tʼî, yan xerîb, yan bê sitʼar, yan nexweş, yan kelêda dîtî û me alîkʼarî neda Te?›


çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe».


(de bira Xudan bidê, ku ew wê Rʼojê rʼeʼmê ji Xudan bibîne) û Efesêda jî ewî çiqas minrʼa xizmetkʼarî kir, tu rʼind zanî.


Awa kʼî ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamêd xwe serwêr kʼifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan?


Û ev Mizgînîya Pʼadşatîyê wê li nav tʼemamîya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hʼemû miletarʼa bibe şeʼdetî û hingê xilazî wê bê.


Derheqa kʼomekdayîna cimeʼta Xwedêda ev tiştekî zêde ye, ku ez werʼa binivîsim.


Çimkî hingê tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêbûna dinyayê hʼeta niha mîna wê nebûye û ne jî wê bibe.


Lê Xwedêyê tʼemamîya kʼeremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî rʼûmeta xweye hʼeta-hʼetayê kirine, pey hinek cefa dîtinêrʼa, wê Xwexa we kʼamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke.


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


Usa jî ewê ku du telant standibûn, duduyêd din jî qazinc kirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite