Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs I 3:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Ji ber xirabîyêva xirabîyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin, çimkî hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, wekî dua-dirozgê sozdayî ser weda bê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Di şûna xerabiyê de xerabiyê nekin, di şûna nizimkirinê de jî nizim nekin. Bervajiyê vê, pîroz bikin, çimkî ji bo ku bereketê mîras bistînin hûn hatin gazîkirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Жь бәр хьрабийева хьрабийе нәкьн, йан жь бәр беһӧрмәткьрьнева беһӧрмәткьрьне, ле жь бәр ванва дӧа-дьрозга ль ԝан бькьн, чьмки һун ве йәкерʼа һатьнә газикьрьне, ԝәки дӧа-дьрозге создайи сәр ԝәда бе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 جیوابا پیسیتیه بِ پیسیتیه نَدَن، آن جیوابا دوژونا بِ دوژونا نَدَن، بَلگو برعکس، بَرکته بِخازِن، چون گو اون بُ وه یگه هاتنَ گازی گِرِن گو بَرکته بیننَ دَست.

Gade chapit la Kopi




Petrûs I 3:9
26 Referans Kwoze  

Ji ber xirabîyêva xirabîyê li tʼu kesî nekin. Çi li ber çʼeʼvê hʼemû meriva qenc e, wê bikin.


Yê we dizêrînin hûn dua wan bikin, belê dua bikin û nifirʼa li wan nekin.


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ji ber xirabîyêva xirabîyê bike, lê her gav ser nêta qencîyê bin, hin bona hev, hin jî bona hʼemûya.


Lê Ez werʼa dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin,


Û hevrʼa şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin, çawa Xwedê bi Mesîh baxşande we.


Lê Ez werʼa dibêjim, miqabilî xiraba nesekinin. Heger yek şemaqekê li rʼûyê teyî rʼastê xe, yê din jî bide ber.


Lê Xwedêyê tʼemamîya kʼeremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî rʼûmeta xweye hʼeta-hʼetayê kirine, pey hinek cefa dîtinêrʼa, wê Xwexa we kʼamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke.


Em zanin ku her tiştîda Xwedê dike ku wanrʼa bibe qencî, yêd ku Wî hʼiz dikin û li gora qaz-qudreta Wî gazîkirî ne.


Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin.


Hingê got: «Rʼast Ezê zurʼeta te gelekî berekʼet kim, Ezê te pʼirʼ zêde kim».


Serwêrekî ji Wî pirsî û got: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?»


Hingê qanûnzanek rʼabû Ew cêrʼiband û got: «Dersdar, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bistînim?»


Û hʼemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan dîya xwe, yan jina xwe, yan zarʼêd xwe, yan eʼrdêd xwe bona navê Min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna hʼeta-hʼetayê jî war be.


Kʼîjan pêşda kʼifş kirin, gazî wan jî kir û gazî kʼîjana kir, ew jî bêsûc kirin û kʼîjan bêsûc kirin, ew jî xweyîrʼûmet kirin.


Gava Îsa rʼîya Xweda diçû, yek berbi Wî bezî, çû li ber Wî çok da û jê pirsî: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?»


Ev yek bû, wekî bi Mesîh Îsa duayê Birahîm bê ser necihûya, ku bi bawerîyê em Rʼuhʼê sozdayî bistînin.


Awa weva eʼyan e jî, paşê gava ewî bi hêsira xwest ku ew duayê nixurtîyê li wî jî bibe, hate tʼexsîrkirinê. Çʼare dêst nekʼet, wekî ew tiştê ji destê xwe kiribû paşda bistanda.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite