Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs I 3:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Heyneser hʼemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hʼiz bikin, rʼeʼm û şkestî bin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Bi kurtî, hûn hemû hemfikir bin, derdên hev hilgirin, ji hevdû hez bikin, dilbirehm û nefsbiçûk bin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Һәйнәсәр һʼәму жи сәр нетәке бьн, сәр һәв шәԝат бьн, һәв һʼьз бькьн, рʼәʼм у шкәсти бьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 له دوماییگه، بِلا اون همو، یگدل بِن، دَرده یِگودو هِلگِرِن، وَ مُحبّتا بِراتیه هَبیت، اون دلسُز و دل نِزِم بِن.

Gade chapit la Kopi




Petrûs I 3:8
32 Referans Kwoze  

Hʼizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin,


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


De bira her teʼlayî, hêrs, berzeqî, qarʼe-qarʼ û gotinêd nerʼêda ji we dûr bin tʼevî her cûrʼe kʼîn-boxîyêva.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Hûn bi tʼemamîya milûktîyê û şkestî, bi sebirê hʼizkirinêda li ber hev daxin.


Awa çawa cimeʼta Xwedêye bijartîye pîroz û hʼizkirî, dilşewatîyê, qencîyê, milûktîyê, berbihêrîyê û sebirê li xwe wergirin.


Lema, gava endemek êşê dikʼişîne, hʼemû endem hevrʼa dêşin, lê gava endemek tê pesindayînê, hʼemû endem tʼevî wê şa dibin.


Lê ji te nedikʼet ku tu jî li xulam-hevalê xwe bihatayî rʼeʼmê çawa ku ez te hatime rʼeʼmê?›


Em zanin ku em ji mirinê derbazî jîyînê bûne, çimkî em xûşk-birayêd xwe hʼiz dikin. Ewê ku hʼiz nake, ew nava mirinêda dimîne.


De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we hʼemûya yek be û dutîretî nava weda tʼunebin, lê hʼemû jî bi hevrʼa bin û ser nêt-meremekî bin.


Dil û rʼuhʼê tʼemamîya cimeʼta bawermenda yek bû. Ji wana tʼu kesî hebûka xwerʼa nedigot ku: «Ya min e», lê her tiştêd wan yek bû.


Usa jî cahilno, gurʼa mezinada bin. Û hûn hʼemû jî, li ber hev şkestî bin, xulamtîyê hevdurʼa bikin, çimkî nivîsar e: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya».


Bira hûn tʼimê çawa xûşk-bira hevdu hʼiz bikin.


ser xwedênasîyê hʼuba xûşk-bira û ser hʼuba xûşk-bira hʼizkirinê.


Qedirê hʼemûya bigirin xûşk-bira hʼiz bikin, ji Xwedê bitirsin, qedirê pʼadşê bigirin.


Belê em xwezîya xwe li yêd sebir dikin tînin. We bona sebira Îbo bihîstîye û we dît, Xudan axirîya wî çawa xêr kir, çimkî Xudan gelekî îsaf û rʼeʼm e!


Çimkî bê rʼeʼm wê dîwana bêrʼeʼma bibe, lê rʼeʼm li ber dîwanê rʼûspî dike.


Lê tʼenê em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn.


De bira Xwedêyê sebirê û bîna li ber her kesî bide we, ku hûn hindava hevda ser nêtekê bin, weke nexş-tʼerzê Mesîh Îsa,


Li wî cîyê dor-berêd wan bergêd serwêrê wê giravê hebûn, ku navê wî Poplîyo bû. Ewî hurmet merʼa kir, sê rʼoja em cem xwe xwey kirin.


Rʼoja dinê em Saydayê peya bûn, Yûlyo qencî Pawlosrʼa kir, îzin da ku herʼe cem dostêd xwe, wekî bona wî xem bikin.


Gava Rʼoja Pêncîye hʼesab hat, hʼemû jî hevrʼa cîkî bûn.


Paşê rʼêwîkî samerî hat. Gava ew dît, gunê wî lê hat.


Û hevrʼa şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin, çawa Xwedê bi Mesîh baxşande we.


Tiştekî bi hevrʼikʼîyê nekin û li navê xwe negerʼin, lê ji we her yek bi milûktîyê hevalê xwe ser xwerʼa bigire.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite