Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs I 3:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Lê belê Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan hʼemûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktîyê bikin,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Lê Mesîh bi xudantî di dilê xwe de pîroz bikin. Hergav amade bin ku hûn bersîvê bidin her kesê ku sedemê wê hêviya ku di dilê we de ye dipirse.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Ле бәле Мәсиһ чаԝа Хӧдане пироз дьле хԝәда бьльнд бьгьрьн. Һәр гав һазьр бьн, щаба ԝан һʼәмуйа бьдьн, йед кӧ бона ԝе гӧмана нава ԝәда дьпьрсьн. Ле ԝе йәке бь хоф у мьлуктийе бькьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 بَلگو ناو دله خودا حُرمَتا مسیحْ خاده گو مُقدسَ خُدان گَن. همو جاره حاضِر بِن گو هَچی کَسه پیسیار وَ گِر گو سَبَبا اُمیدا ناو وَدا چیَ، اون بِگارِن جیوابا وی مِرُوی بِدَن؛ بله دیسا ژی وه شُله بِ نَرمی و احترامه بِگَن.

Gade chapit la Kopi




Petrûs I 3:15
34 Referans Kwoze  

Bira xeberdana we tʼimê meʼrîfetî û xwêkirî be û bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin.


gava pʼergalîya weye xofe û nave-namûs bibînin.


usa jî bona wê gumana jîyîna hʼeta-hʼetayê gazîkirî. Bona wê jîyînê, Xwedêyê xweyê gotina Xwe, hê dewrêd berêda soz daye


Xwedê xwest li ber cimeʼta Xwe veke, ku çi dewlemendtîke xweyîrʼûmet vê surʼêda bona hʼemû mileta heye. Û ew surʼ ev e, ku Mesîh nava weda ye, awa gotî hûn gumana wê yekê ne, ku pʼara rʼûmetê bin.


Awa em hînbûnêd pêşine ser Mesîh alîkî bihêlin, bêne ser hînbûna gihîştî. Em dîsa hʼîm nevêjin neyêne ser vegerʼandina ji wan kirinêd ku dibine berbi mirinê, Xwedêbawerkirinê,


Ev yek ji vê gumanê tê, ya ku eʼzmanada werʼa tê xweyîkirinê, bona kʼîjanê we bihîstîye, gava pêşda xebera Mizgînîyêye rʼast


Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


lê ya merivê hindurʼê dilda, rʼuhʼekî milûk û girane bedewetîya nebetal e, ku li ber Xwedê pʼirʼ bi qîmet e.


Heger hûn Wîrʼa Bavo dibêjin, Yê ku bê firqî dîwana her kesî weke eʼmelêd wî dike, ku usa ye vî wextê xerîb-firarîya xweye vê dinê bi xofa Xwedê derbaz kin.


Pawlos hê bona rʼastîyê, xwegirtinê û dîwana Xwedêye ku wê bê xeber dida, Felîks saw kʼişand û got: «Tu niha herʼe. Gava wextê min hebe, ezê gazî te kim».


Pawlos got: «Ez merivekî cihû me, ji Tarsûsa Kîlîkyayê, ne bajarvanekî bê nav-nîşan im. Ez hîvî ji te dikim, îzinê bide ku ez vê cimeʼtêrʼa xeber dim».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite