Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs I 3:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Usa jî kʼulfetno, gurʼa mêrê xweda bin, wekî ji wan hinek jî, heger guhdarîya xeberê nakin, bi pʼergalîya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser bawerîyê

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Jinno, bi vî awayî hûn jî bi ya mêrê xwe bikin. Wisa ku, eger hinek ji wan bi peyva Xwedê baweriyê neynin jî,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Ӧса жи кʼӧлфәтно, гӧрʼа мере хԝәда бьн, ԝәки жь ԝан һьнәк жи, һәгәр гӧһдарийа хәбәре накьн, бь пʼәргалийа жьнед хԝә, бе готьн жи бенә сәр баԝәрийе

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 هَ وِسا ژی، گَلی ژِنگا، ژه مِره خو اطاعته بِگَن، گو وِسا حتا هَگو هِندَ مِر ژه کلامه اطاعته ناگَن ژی، بَر خاطره رِفتارا وَ ژِنه خو، به هِنده گو اون دَوْه خو وَگَن، اَو بِزُورِنَ بُ آلیه کلامه،

Gade chapit la Kopi




Petrûs I 3:1
26 Referans Kwoze  

Kʼulfetno, gurʼa mêrêd xweda bin, çawa ku li yektîya Xudan dikʼeve.


Belê ji we her kes jî bira jina xwe hʼiz bike çawa xwe û jin ji mêrê xwe xof bike.


Lê ez dixwazim ku hûn zanibin wekî serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e û serê Mesîh Xwedê ye.


Tu çi zanî kʼulfetê, belkî tê mêrê xwe xilaz kî? Yan jî tu çi zanî mêro, belkî tê kʼulfeta xwe xilaz kî?


Usa jî mêrno, bi feʼmdarîyê eʼmirê xwe tʼevî jinêd xwe derbaz kin, çawa qisimê sist qedirê wan bigirin, usa jî çawa hevalwarê wê jîyîna ku hûnê pʼêşkʼêş bistînin, wekî tʼu tişt nebine bayîsê duayêd we.


Mesele, jina mêrkirî bi qanûnê mêrê xweyî saxva girêdayî ye, lê heger mêr lê dimire, ew hingê ji wê qanûna ku mêrva girêdayî bû aza dibe.


bira jinêd we civînêda xwe kerʼ kin, çimkî îzina wan tʼune xeber din, lê bira guhdar bin, çawa Qanûn jî dibêje.


Heger birê te neheqîyê li te bike, gava tu û ew tʼenê ne, wî şîret ke. Heger ewî guhdarîya te kir, îdî te birê xwe qazinc kir.


Hindava nebawerada serwaxt bin û dest bidine ber wext.


Bi bawerîyê, gava Birahîm hate gazîkirinê, guhdarî kir, ku herʼe wî cîyê ku wê çawa war bistanda. Û rʼabû çû, lê nizanibû jî kʼuda diçe.


wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.


Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura tʼerzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê.


Îdî wext pêrʼa gihîştîye, wekî dîwan ji mala Xwedêda destpêbe û heger pêşda ji meda destpêdibe, lê axirîya wanê çawa be, yêd ku gurʼa wê Mizgînîya ji Xwedê nakin?


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê


Lê hʼemûya gurʼa Mizgînîyê nekir, çimkî Îşaya dibêje: «Xudan, kʼê ew gotina ku me got bawer kir?»


gava pʼergalîya weye xofe û nave-namûs bibînin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite