Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs I 1:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û hʼişyar bin, tʼam gumana xwe bidine ser wê kʼeremê, ya ku wê werʼa bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Ji ber vê yekê li ser hişê xwe bin, amade û hişyar bin. Hemû hêviya xwe bi wê keremê ve girê bidin, ku hûnê bi xuyabûna Îsa Mesîh bistînin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Бона ԝе йәке һун фькьред хԝәда пьштгьредайи у һʼьшйар бьн, тʼам гӧмана хԝә бьдьнә сәр ԝе кʼәрәме, йа кӧ ԝе ԝәрʼа бе дайине, ԝәхте хӧйабуна Иса Мәсиһ.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بَجا فِکره خو بُ شُله حاضِر گَن و هیشیار بِن و اُمیدا خو کامِل دانِنَ سَر وه لطفا گو وقته دووهار بونا عیسیْ مسیحْ بُ وَ دیه بِتَ دایین.

Gade chapit la Kopi




Petrûs I 1:13
35 Referans Kwoze  

Serwaxt bin, hʼişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mirʼe-mirʼa wî ye, digerʼe kʼa kʼê hʼûfî xwe ke.


Bira pişta we girêdayî û çʼirêd we vêxistî bin.


Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.


Lê belê Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan hʼemûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktîyê bikin,


usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê. Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê kʼifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne.


Her kesê ku bona vê yekê gumana xwe danîye ser Wî, ew xwe usa paqij dike, çawa ku Mesîh paqij e.


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


Awa cîyê xweda bisekinin, rʼastîyê mîna kʼemberê li pişta xwe bişidînin, heqîyê mîna zirihʼê li sîngê xwe wergirin


ku hûn kêmasîya tʼu pʼêşkʼêşê nakʼişînin, gava hîvîya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh in.


Ew rʼojê jî wê usa be, gava Kurʼê Mêriv kʼifş be.


Awa wê gumana xwe unda nekin, ya ku hêjayî heqê mezin e.


Eva gumana bona jîyîna me dibe lengereke hʼîmgirtî û amin, ku pʼerʼda pîrozgeha eʼzmênrʼa derbazî hindurʼê Cîyê Herî Pîroz dibe,


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


Lê tu her tiştîda serxwe bimîne, li tengasîya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne.


Awa niha ev hersêk dimînin: Bawerî, guman û hʼizkirin. Lê hʼizkirin ser wanrʼa ye.


Usa bijîn çawa rʼonaya rʼojê, bê kûçʼiksantîyê, serxweşîyê, bênamûsîyê, hʼeramîyê, şerʼûdîyê û hʼevsûdîyê.


û yêd ji we tengasîyêda ne, tʼevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tʼevî milyakʼetêd Xweye zor ji eʼzmênva bi kʼûra êgir xuya be,


Wê pêşîyê jêrʼa nebêje: ‹Şîva min hazir ke, pişta xwe girêde û berdestîyê minrʼa bike. Ez bixwim û vexwim, paşê jî tu bixwe û vexwe›?


Hʼemû eʼfirîn jî bê sebir çʼeʼvnihêrʼî xuyabûna lawêd Xwedê ne.


Gava Mesîh, ku eʼmirê we ye xuya be, hûnê jî hingê tʼevî Wî bi rʼûmeta Wî xuya bin.


Bona vê xilazbûnê pʼêxember lê gerʼîyan û kʼetibûne bin eʼnena û bona wê kʼerema ku wê werʼa bibûya pʼêxembertî kirin.


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


û gote wan: ‹Hûn jî herʼine nava rʼezê min û çi heqê we ye, ezê bidime we›. Ew jî çûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite