Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Petrûs I 1:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ji Petrûs, Şandîyê Îsa Mesîh, cimeʼta Xwedêye bijartîrʼa, ya ku li welatêd Pontosê, Galatyayê, Kepedokyayê, Asyayê û Bîtênyayêda xerîb belabûyî ye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Ji Şandiyê Îsa Mesîh Petrûs, ji xerîbên belavbûyî yên li herêmên Pontos, Galatya, Kepedokya, Asya û Bîtînyayê re,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Жь Пәтрус, Шандийе Иса Мәсиһ, щьмәʼта Хԝәдейә бьжартирʼа, йа кӧ ль ԝәлатед Понтосе, Галатйайе, Кәпәдокйайе, Асйайе у Битенйайеда хәриб бәлабуйи йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 ژه پِطرُس، رسوله عیسیْ مسیحْ، بُ بِژارتیه گو ناو مَنطَقِت پونتوس، غَلاطیه، کاپادوکیه، آسیا و بیطینیه دا ناو غُربَته دا پَلاتَیی بونَ؛

Gade chapit la Kopi




Petrûs I 1:1
34 Referans Kwoze  

Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


Ev hʼemû jî ku bawerîyêda mirin, lê sozêd Xwedê nestandin. Ewana tʼenê ew soz dûrva dîtin, şa bûn û xwe mukurʼ hatin, ku ew merîne xerîb û firarî ne li ser dinê.


Awa hûn îdî ne xelq û xerîb in, lê bajarvantîya we tʼevî cimeʼta Xwedê ye û neferêd mala Xwedê ne.


Ewêd bela-belayî bibûn digerʼîyan, Mizgînîya xeberê didan.


Û ne ku tʼenê bona milet, lê bona zarʼêd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek.


Heger ew rʼoj kin nebûna, tʼu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê bijartîya ew rʼojê kin bin.


Delalno! Ez hîvî ji we dikim, çawa merivêd firarî û xerîbe vê dinê, hʼevza xwe ji dilhavijîyêd bedenê bikin, ku miqabilî rʼuhʼê we şerʼ dikin.


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Hingê hûn bê Mesîh û xerîb bûn hindava bajarvantîya Îsraêlda û ji peymana û sozêd wan dûr bûn û vê dinêda jî bê guman û bê Xwedê bûn.


Em naxwazin ku hûn haş ji wan teʼlî-tengîya tʼunebin xûşk-birano, yêd ku me qeza Asyayêda kʼişandin. Em ji qewata xwe der haqasî kʼetine bin barêd giran, hʼeta ku me destê xwe ji eʼmirê xwe jî kʼişand.


Li wir yekî cihû navê wî Akîla dît, bûyîna xweda ji Pontosê. Eva tʼevî kʼulfeta xwe Priskîlayê nû ji Îtalyayê hatibû, çimkî Qeyser Klawdyo eʼmir kiribû, ku hʼemû cihû ji Rʼomê derkʼevin. Pawlos çû cem wan,


ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».


Tu zanî ewêd ku qeza Asyayêda bûn pişta xwe dane min, Fûgelo û Hêrmoxênîs jî tʼevî wan.


ez bi hʼemû bawermendava tʼevayî berbirʼî we civînêd Galatyayêda dibim.


Civînêd qeza Asyayêda li we silav dikin. Akîla û Priskîla tʼevî civîna mala xweda gelekî yektîya Xudanda li we silav dikin.


Evê yekê du sala kʼişand, hʼeta ku hʼemû cihû û yûnanêd ku qeza Asyayêda diman, Xebera Xudan bihîstin.


Gava hinek wext li wir ma, rʼabû berêva kʼete welatê Galatya û Firîgya, hʼemû şagirt bawerîyêda dişidandin.


Lê hinekêd ji kʼinîşta ku Azayî dihate gotinê, cihûyêd ji Kûrênê û Skenderyayê û usa jî cihûyêd ji qezayêd Kîlîkyayê û Asyayê rʼabûn tʼevî Steyfan kʼetine deʼwê.


Hingê cihûya hevdurʼa gotin: «Ev merivê kʼuda herʼe, ku emê Wî nebînin? Qey nêta Wî heye herʼe cem cimeʼta meye ku li nav yûnanada bela bûye û yûnana hîn ke?


Navê her donzdeh şandîya ev in: Yê pêşin Şimhʼûn, ku Petrûs tê gotinê û birê wî Endrawis, Aqûbê Zebedî û birê wî Yûhʼenna,


Çaxê Îsa li devê gola Celîlê digerʼîya, rʼastî du bira hat, Şimhʼûnê ku jêrʼa Petrûs dihate gotinê û Endrawisê birê wî. Wana tʼorʼ davîte golê, çimkî meʼsîgir bûn.


Gelo Xwedê jî bijartîyêd Xwerʼa wê heqîyê neke, yêd ku şev û rʼoj hewara xwe Wî datînin? Yan Ewê caba wan derengî bêxe?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite