Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 9:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Herʼin meʼna van xebera hîn bin: ‹Ez rʼeʼmê dixwazim, ne ku qurbanê›. Ez nehatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Îcar hûn herin û mana peyva: ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê› hîn bibin. Ji ber ku ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Һәрʼьн мәʼна ван хәбәра һин бьн: ‹Әз рʼәʼме дьхԝазьм, нә кӧ ԛӧрбане›. Әз нәһатьмә гази йед рʼаст кьм, ле гази гӧнәкʼара».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 هَرِن و معنیا وه قِسه تِبِگَهَشِن گو ”اَز رَحمته دِخازِم، نه قُربانیه.“ چون اَز نَهاتِمَ گازی مِرُوه صالِح بِگَم، بَلگو هاتِمَ گازی گُنَهکارا بِگَم.»

Gade chapit la Kopi




Metta 9:13
39 Referans Kwoze  

Çaxê Îsa bihîst, wanrʼa got: «Saxlem ne hʼewcê hʼekîm in, lê nexweş. Ez ne hatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara».


Bona vê yekê Kurʼê Mêriv hat, wekî li yêd undabûyî bigerʼe û xilaz ke».


Ez nehatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara bona tʼobeyîyê».


Heger we zanibûya meʼna vê xeberê çi ye ku tê gotinê: ‹Ez rʼeʼmê dixwazim, ne ku qurbanê›, hingê weyê yêd bêsûc gunekʼar nekirana.


Xudan sozê Xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tʼu kes unda be, lê dixwaze wekî hʼemû ji gunekirinê vegerʼin.


Awa tʼobe kin û berbi Xwedê vegerʼin, ku gunêd we bêne rʼesîtkirinê.


Gava ku ev yeka bihîstin, dengê xwe birʼîn, şikirî dane Xwedê û gotin: «Wekî usa ye Xwedê eva mecala da necihûya jî, ku ji gunekirinê vegerʼin û bijîn».


û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye».


Xwedê Ew bilind kir danî li milê Xweyî rʼastê, ku bibe Rʼêber û Xilazkir, wekî mecala tʼobeyê û baxşandina guna bide Îsraêlê.


û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.


Ji hingêva Îsa dest bi dannasînîyê kir û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye».


Petrûs wanrʼa got: «Tʼobe kin û bira ji we her yek bi navê Îsa Mesîh bona baxşandina guna bê nixumandinê û hûnê Rʼuhʼê Pîroz pʼêşkʼêş bistînin.


De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane.


Min bi meʼrîfetî hin hîvî ji cihûya, hin jî ji necihûya kir, ku vegerʼine berbi Xwedê û bawerîya xwe Xudanê me Îsa bînin.


Îsa gote wan: «We nivîsarêda qet nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê. Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî û li ber çʼeʼvê me hʼeyr-hʼujmekʼar e!›


Îsa wanarʼa got: «We nexwendîye ku Dawid çi kir, gava ew û yêd pêrʼa birʼçî bûn?


Lê derheqa rʼabûna mirîyada, çima we Kʼitêba Mûsada nexwendîye serhatîya dara dirʼîyêda ku çawa Xwedê Mûsarʼa dibêje: ‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im›?


Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne Qanûna weda nivîsar e, ku Xwedê got: ‹Hûn Xwedê ne›?


Ewî caba wan da û got: «We ne xwendîye, serê sêrîda Eʼfirandar ew ‹qisimê mêr û jinêda xuliqandin?›


Yan jî we Qanûnêda nexwendîye, ku kʼahîn rʼojêd şemîyê pʼaristgehêda şemîyê dihʼerʼimînin û dîsa bê sûc in?


Ewî jî wîrʼa got: «Qanûnêda çi nivîsar e? Tu çawa dixûnî?»


Û ‹bi tʼemamîya dil, bi tʼemamîya aqil, bi tʼemamîya qewatê Xwedê hʼizkirin› û ‹hevalê xwe jî weke xwe hʼizkirin› ser her dîyarîyêd tʼevayîşewatê û qurbanêd mayînrʼa ye».


Îsa li wan vegerʼand û got: «Saxlem ne hʼewcê hʼekîm in, lê nexweş.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite