Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 8:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Hingê Îsa jêrʼa got: «Binihêrʼe, tʼu kesîrʼa tiştekî nebêjî, lê herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û hʼedîya ku Mûsa tʼemî daye bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Hingê Îsa jê re got: «Binêre! Tu ji kesî re nebêjî! Lê here, xwe nîşanî kahîn bide û diyariya ku Mûsa emir kiriye pêşkêş bike, da ku ji wan re bibe şahidî.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Һьнге Иса жерʼа гот: «Бьньһерʼә, тʼӧ кәсирʼа тьштәки нәбежи, ле һәрʼә хԝә нишани кʼаһин кә у һʼәдийа кӧ Муса тʼәми дайә бьдә, ԝәки һʼәмуйарʼа бьбә шәʼдәти».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 پاشه عیسی گُتَ وی: «هیشیار بَ گو چه دِشدی نَبِژی چه کَسه، بَلگو هَرَ خو نیشا کاهین بِدَ و دیاریا گو موسی اَمِر گِریَ، پِشکِش گَ گو بُ وان نیشانَگ بیت گو تَ ژه جذامه شفا پَیدا گِریَ.»

Gade chapit la Kopi




Metta 8:4
31 Referans Kwoze  

Û gava Îsa ew dîtin, wanrʼa got: «Herʼin xwe nîşanî kʼahîna kin». Û çaxê ew hê diçûn, paqij bûn.


Îsa tʼemî da wî, ku vê yekê kesîrʼa nebêje, lê got: «Herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û çawa Mûsa tʼemî daye, hʼedîya paqijbûna xwe bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî, ku tu paqij bûyî».


Îsa tʼemî li wan kir, ku kesîrʼa nebêjin. Lê Ewî çiqas tʼemî li wan dikir, wana haqas zêde bela dikir.


Wê demê çʼeʼvêd wan vebûn. Îsa hʼişk tʼemî li wan kir û got: «Haş ji xwe hebin, ku tʼu kes vê yekê nehʼese».


Ew cîyêd ku we qebûl nekin û guhdarîya gotina we nekin, ji wir derkʼevin û tʼoza nigêd xwe dawşînin, wekî wanarʼa bibe şeʼdetî».


Îsa hʼişk tʼemî li wan kir, ku vê yekê kesîrʼa nebêjin û wanrʼa got, ku xwarinê bidine wê.


Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî da wan û got: «Ew dîtina ku we dît kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji nav mirîya rʼanebe».


Rʼûyê Minda wê we bibine ber welîya û pʼadşa, ku hûn ber wan û necihûya şeʼdetîyê bidin.


Haş ji xwe hebin, ku hûn qencîyêd xwe ber meriva nekin, wekî ji wan bêne kʼifşê. Yan na, hûn ji Bavê xweyî Eʼzmana heq nastînin.


Nefikirin ku Ez hatime nivîsarêd pʼêxembera û Qanûnê xirab kim. Ez nehatim ku xirab kim, lê wan hʼemûya bînime sêrî.


Ez rʼûmeta navê Xwe nagerʼim, lê yek heye ku lê digerʼe û serda dinihêrʼe.


Yê ku xweserîxwe xeber dide, ew li navê xwe digerʼe, lê Ewê ku li navê Yê ku Ew şandîye digerʼe, Ew yekî rʼast e û li cem Wî qelpî tʼune.


Ez ne hʼewcê şikirdayîna merivayê me,


Evê werʼa bibe meʼnî, ku hûn bona Min şeʼdetîyê bidin.


Ewî tʼemî li wan kir, ku derheqa Wîda kesîrʼa tiştekî nebêjin.


Hingê Îsa tʼemî şagirtêd Xwe kir, wekî kesîrʼa nebêjin, ku Ew Mesîh e.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Niha bihêle, çimkî li me dikʼeve ku em hʼemû rʼastîyê aha bînine sêrî». Paşê Yûhʼenna qayl bû.


Lê hûn haş ji xwe hebin! Wê we bibine ber dîwana û kʼinîştada we bikʼutin. Bona Min wê we ber welî û pʼadşa bidine sekinandinê, wekî hûn ber wan şeʼdetîyê bidin.


Lê Îsa hʼişk tʼemî li wan dikir, ku bona Wî nekine dengî.


Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî li wan kir got: «Çi ku we dît tʼu kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji mirinê rʼanebe».


Ji geleka jî cin derdikʼetin, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» Lê Îsa li wan hilat û nedihişt ew xeber din, çimkî zanibûn ku Ew Mesîh e.


Dê û bavê wê zendegirtî man. Lê Ewî tʼemî li wan kir, ku vê yekê kesîrʼa nebêjin.


Hingê Îsa hʼişk tʼemî da wan, ku wê yekê kesîrʼa nebêjin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite