Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 8:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Îsa destê Xwe dirêj kirê lê kʼet û gotê: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda ew ji kʼotîbûnê paqij bû.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Îsa jî destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: «Ez dixwazim, paqij bibe!» Di cih de kotîbûna wî paqij bû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Иса дәсте Хԝә дьреж кьре ле кʼәт у готе: «Әз дьхԝазьм. Паԛьж бә!» У дәстхԝәда әԝ жь кʼотибуне паԛьж бу.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 عیسی دَسته خو دِرِژ گِر و دَسته خو دانا سَر وی و گُت: «اَز هَز دِگَم؛ شفایه بِگِرَ!» هَ وه دَمه، ژه جذامه شفا پَیدا گِر.

Gade chapit la Kopi




Metta 8:3
19 Referans Kwoze  

Û Îsa destê Xwe dirêj kirê, lê kʼet û got: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda kʼotîbûn jê çû.


Gunê Îsa pê hat, destê Xwe dirêj kir lê kʼet û gotê: «Ez dixwazim. Paqij be!»


Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan.


Îsa rʼabû, li bayê hilat û eʼmirî ser golê kir got: «Bisekine, kerʼ be!» Firtonê danî û hʼemû tişt seqirʼîn.


Pey vê gotinêrʼa bi dengekî bilind kire gazî: «Lazar, derkʼeve!»


Ew nêzîkî darbestê bû girt û ewêd ku dibirin sekinîn, Îsa got: «Xorto! Ez terʼa dibêjim, rʼabe!»


Gava Îsa dît ku eʼlalet dibeze, tʼopî ser Wî dibe, li rʼuhʼê hʼeram hilat û got: «Hey rʼuhʼê kerʼ û lal, Ez eʼmirî ser te dikim: Ji kurʼik derkʼeve û careke din nekʼevî nava wî!»


Û berê Xwe eʼzmênda kir, kʼeser hatê û got: «Effata!» ku tê feʼmkirinê: «Vebe!»


Destê qîzikê girt û gote wê: «Talîta qûm!» ku tê feʼmkirinê: «Qîzik, ez terʼa dibêjim, rʼabe!»


Heger Min nav wanda nekirana, ew kirêd ku tʼu kesî nekirine, gunêd wanê tʼunebûna. Lê niha dîtin, hin jenîyane Min, hin jî Bavê Min.


Hingê wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û mîna destê din qenc bû.


Û gelek kʼotî jî Îsraêlêda hêna Êlîşa pʼêxemberda hebûn û ji wan tʼu kes paqij nebû, pêştirî Neʼmanê ji Sûryayê».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite