Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 8:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Îsa jê re got: «Kunên roviyan hene, hêlînên teyrên ezmanan jî hene, lê cihekî Kurê Mirov tune ku serê xwe lê deyne.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Иса готә ԝи: «Рʼувийарʼа ԛӧл һәнә, тәйрәдед әʼзменрʼа жи һелин, ле бона Кӧрʼе Мерьв щик тʼӧнә кӧ сәре Хԝә ле дайнә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 عیسی گُتَ وی: «رُویا کُن هَنَ و طَیره اَسمانی هِلون، بله گوره انسان چه جی چِنینَ گو سَره خو دانِت.»

Gade chapit la Kopi




Metta 8:20
35 Referans Kwoze  

û kurʼê xweyî Nixurî anî, Ew pʼêçʼekêda pʼêçʼa û afirʼda danî, çimkî mêvanxanêda bona wan cî tʼunebû.


Çimkî hûn kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Rʼast e Ew yekî dewletî bû, lê bona we kʼesîb bû, wekî hûn bi kʼesîbbûna Wî dewletî bin.


Û bi lez hatin, Meryem, Ûsiv û Zarʼa afirʼda rʼazayî dîtin.


Eva werʼa bibe nîşan: Hûnê zarʼokekê pʼêçʼekêda pʼêçʼayî afirʼda bibînin».


û Yohana, jina Xûzayê wekʼîlxercê mala Hêrodes, Sosin û gelekêd mayîn, ku wana bi hebûka xweva wanrʼa berdestî dikirin.


Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê.


Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî da wan û got: «Ew dîtina ku we dît kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji nav mirîya rʼanebe».


Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Îsa çû alîyê Qeyserîya Fîlîpoyê û ji şagirtêd Xwe pirsî: «Bi tʼexmîna meriva Kurʼê Mêriv kʼî ye?»


Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne.


Çimkî Kurʼê Mêriv Xudanê rʼoja şemîyê ye».


Ewî li wan vegerʼand û got: «Ewê ku tʼoximê qenc çand, Kurʼê Mêriv e.


Ewê ku Min û xeberêd Min nav vî nisilê xalifî û gunekʼarda şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava rʼûmeta Bavê Xweva tʼevî milyakʼetêd pîroz bê».


Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne».


Ez werʼa dibêjim, kʼî ku ber meriva Min îqrar ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî ber milyakʼetêd Xwedê îqrar ke.


Ez werʼa dibêjim, wê destxweda heqîyê bike. Lê gava Kurʼê Mêriv bê, gelo ser dinê wê bawerîyê bibîne?»


Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin».


Û jêrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûnê bibînin eʼzman vebûye û milyakʼetêd Xwedê çawa ji ser Kurʼê Mêriv hildikʼişin, peya dibin».


Kesek hilnekʼişîyaye eʼzmên, pêştirî Ewî ku ji eʼzmên peya bû, Kurʼê Mêriv.


Çawa ku Mûsa berʼîyêda meʼr bilind kir, usa jî gerekê Kurʼê Mêriv bê bilindkirinê,


Bona xwarina pʼûçʼ nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jîyîna hʼeta-hʼetayêda dimîne, kʼîjanê Kurʼê Mêriv wê bide we, çimkî Bav Xwedê mora Xwe li Wî xistîye».


Hingê Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hʼeta ku hûn bedena Kurʼê Mêriv nexwin û xûna Wî venexwin, jîyînê nava weda tʼunebe.


Lê hingê hûnê çi bêjin, heger bibînin Kurʼê Mêriv rʼadibe wî cîyê ku berê lê bû?


Hingê eʼlaletê lê vegerʼand û gotê: «Me ji Qanûnê bihîstîye ku Mesîhê hʼeta-hʼetayê bimîne. Îdî Tu çawa dibêjî: ‹Gerekê Kurʼê Mêriv berbi jor bê hildanê›? Kʼî ye ew ‹Kurʼê Mêriv›?»


Gava ew derkʼete derva, Îsa got: «Niha Kurʼê Mêriv hate rʼûmetkirinê û Xwedê jî bi Wî hate rʼûmetkirinê.


û got: «Va ye ez eʼzmana vebûyî dibînim û Kurʼê Mêriv li milê Xwedêyî rʼastê sekinî!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite