Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 8:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Hingê yekî kʼotî hat xwe avîte ber Wî û gotê: «Xudan! Heger bixwazî, Tu dikarî min paqij kî».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Îcar kotiyek hat ba wî, li ber wî deverû çû erdê û got: «Ya Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî!»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Һьнге йәки кʼоти һат хԝә авитә бәр Ԝи у готе: «Хӧдан! Һәгәр бьхԝази, Тӧ дькари мьн паԛьж ки».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 وه ناوه دا مِرُوَگه جذامی هاتَ لاره وی و بَر وی سَر چُکا رونِشت و گُت: «آغایه مِن، هَگو تِ هَز گَی تِ دِگاری شفایه بِدَی مِن.»

Gade chapit la Kopi




Metta 8:2
37 Referans Kwoze  

Hingê xulam deverʼûya çû nigê wî, lava jê kir û got: ‹Li min sebir ke. Ezê hʼemû jî li te vegerʼînim›.


Lê ew kʼulfeta hat xwe avîte nigê Wî û gotê: «Xudan, alî min bike!»


surʼêd dilê wîda jî wê bêne eʼyankirinê û deverʼû li ber Xwedê bikʼeve, wî bihʼebîne û deng hilde bêje: «Rʼastî jî Xwedê nav weda ye!»


Gava Petrûs dikʼete hindurʼ, Korʼnêlyo pêşîya wîda çû û kʼete ber niga û ber ta bû.


Ewî got: «Xudan, ez bawer dikim!» û ber Wî ta bû.


Gava ku dîtin, serê xwe ber Wî danîn, lê hinek jî dudilî bûn.


Û gelek kʼotî jî Îsraêlêda hêna Êlîşa pʼêxemberda hebûn û ji wan tʼu kes paqij nebû, pêştirî Neʼmanê ji Sûryayê».


Çaxê Îsa li Beytanyayê mala Şimhʼûnê kʼotîda bû,


Hingê dîya kurʼêd Zebedî tʼevî her du kurʼêd xwe hate cem Îsa, xwe avîte nigê Wî tiştek jê dixwest.


Û ewêd qeyikêda serê xwe li ber Wî danîn û gotinê: «Rʼastî Tu Kurʼê Xwedê yî».


Ewî li wê derê gelek kʼeremet nekirin, çimkî bawerîya wan tʼunebû.


Gava Îsa hê ev yeka wanarʼa digot, hema hingê serwêrek hat xwe avîte ber nigê Wî û gotê: «Qîza min hêja mirîye. Lê were destê xwe dayne ser wê û ewê bijî».


Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê».


Nişkêva Îsa rʼastî wan hat û got: «Silav li we!» Ewana nêzîkî Wî bûn, xwe avîtine nigêd Wî girtin û serê xwe ber danîn.


Nexweşa qenc kin, mirîya sax kin, kʼotîya paqij kin, cina derxin. We bêheq standîye, bêheq jî bidin.


û gote Wî: «Heger Tu deverʼûya bêyî, serê Xwe li ber min daynî, ezê van hʼemûya bidime Te».


çûne hindurʼ, Kurʼik tʼevî dîya Wî Meryemê dîtin, li ber Wî deverʼû çûn, serê xwe li ber danîn û xiznêd xwe vekirin, pʼêşkʼêşêd zêrʼ, bixûrê eʼrebî û zimir dane Wî.


Paşê Îsa ji çʼîyê hate xwarê, eʼlaleteke giran da pey Wî çû.


Hingê şagirt nêzîkî Wî bûn, ew hʼişyar kirin û gotinê: «Xudan! Me xilaz ke! Em unda dibin!»


Lê Petrûs got: «Hʼaşa ji min Xudan, min tʼu car tiştekî hʼeram yan pʼîs nexwarîye».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite