Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 7:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Wê Rʼojê gelekê Minrʼa bêjin: ‹Xudan! Xudan! Ne me bi navê Te pʼêxembertî kirin û bi navê Te cin derxistin û bi navê Te gelek kʼeremet kirin?›

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

22 Wê rojê gelek wê ji min re bêjin: ‹Ya Xudan, ya Xudan! Ma bi navê te me pêxemberîtî nekir? Bi navê te me cin dernexistin? Ma bi navê te me gelek keramet nekirin?›

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 Ԝе Рʼоже гәләке Мьнрʼа бежьн: ‹Хӧдан! Хӧдан! Нә мә бь наве Тә пʼехәмбәрти кьрьн у бь наве Тә щьн дәрхьстьн у бь наве Тә гәләк кʼәрәмәт кьрьн?›

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 وه رُژه دا گَلَک مِرُو دیه بِژِنَ مِن: ”خادیه مَ، خادیه مَ، ما مَ بِ ناوه تَ نَبوَت نَگِر؟ ما مَ بِ ناوه تَ اَجنَ نَدَرخِستِنَ دَروَ؟ ما مَ بِ ناوه تَ گَلَک مُعجِزَ نَگِرِن؟“

Gade chapit la Kopi




Metta 7:22
23 Referans Kwoze  

û lema ez vî cefayî dikʼişînim. Lê ez şerm nakim, çimkî zanim min bawerîya xwe Kʼê anîye û guman im jî, ku Ewî çi ku spartîye min, wê hʼeta wê Rʼojê jî xwey ke.


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


Ev yeka ewî hʼemdê xwe negot, lê çimkî ew serekkʼahînê wê salê bû, pʼêxembertî kir, ku Îsayê ber miletva bimire.


Lê hûn xûşk-birano, teʼrîyêda nînin ku ew Rʼoj mîna dizekî ser weda bigire.


Ez ji werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê Sodomê wê ji ya wî bajarî çêtir be.


Paşê bikʼirêd din hatin û gotin: ‹Em xulam, Em xulam! Derî li me veke!›


Lê bona wê rʼojê û wê sihʼetê tʼu kes nizane, ne milyakʼetêd eʼzmana, ne jî Kurʼ, lê tʼenê Bav.


Ne ku ewê Minrʼa dibêje: ‹Xudan! Xudan!› wê bikʼeve Pʼadşatîya Eʼzmana, lê ewê bikʼevê, yê ku eʼmirê Bavê Minî Eʼzmana diqedîne.


(de bira Xudan bidê, ku ew wê Rʼojê rʼeʼmê ji Xudan bibîne) û Efesêda jî ewî çiqas minrʼa xizmetkʼarî kir, tu rʼind zanî.


gava wê Rʼojê Ew bê, wekî nava cimeʼta Xweda bê pesindayînê û hʼemû bawermend wê hʼeyr-hʼujmekʼar bin. Hûnê jî nava wanda bin, çimkî we bawerîya xwe şeʼdetîya me anî.


Ez rʼast werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite