Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 6:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Lema ez werʼa dibêjim, bona eʼmirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ne eʼmir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kʼinca?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

25 «Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin, an çi vexwin û ne jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma jiyan ne di ser xwarinê re û beden jî ne di ser lixwekirinê re ye?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

25 Ләма әз ԝәрʼа дьбежьм, бона әʼмьре хԝә хәма нәкьн, кӧ һуне чь бьхԝьн у чь вәхԝьн, нә жи бона бәдәна хԝә, кӧ һуне чь ль хԝә кьн. Нә әʼмьр жь хԝарьне ԛимәттьр ә у бәдән жи жь кʼьнща?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 «بَهنده اَز بُ وَ دِبِژِم، نه نیارانه ژیانا خو بِن گو چه بُخُن آن چه وَخُن، و نه نیارانه بَدَنا خو گو چه بَرگَن. ما ژیان ژه رِسقی و بَدَن ژه جِلِگا مُهِمتِر نینَ؟

Gade chapit la Kopi




Metta 6:25
22 Referans Kwoze  

Bona tʼu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, rʼazîbûnêva tʼevayî, Xwedêva eʼyan be.


û hʼemû xemêd xwe bavêjine ser Wî, çimkî Ew bona we xem dike.


Ewê ku hʼeyfa Wî Kurʼê Wî nehat, lê bona me hʼemûya da der, îdî wê çawa her tiştî tʼevî Wî pʼêşkʼêşî me neke?


Îdî xem nekin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› yan: ‹Çi vexwin?› yan jî: ‹Çi li xwe kin?›


xemêd vê dinyayê, derewêd dewletîyê û xwestina tiştêd din dikʼevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


Lê çaxê we bibine ber dîwana, xem nekin ku hûnê çawa yan çi xeber din. Tiştêd ku hûnê xeber din, wê demê werʼa wê bê dayînê.


Lê ez dixwazim ku hûn ji xema dûr bin. Yê nezewicî şixulêd Xudanva gîro ye, ku çawa bike li Xudan xweş bê.


Îdî bona rʼoja sibê xema nekin, çimkî rʼoja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd rʼojê besî wê ne.


Tʼu esker şixulê binelîtîyêva mijûl nabe, wekî li seresker xweş bê.


Tʼoximêd ku kʼetine nava stirîya ew in, yêd ku xeberê dibihên, xemêd dinêva, dewlet û şabûna vî eʼmirîva mijûl dibin, dixeniqin û berêd wan nagihîjin.


Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


Û gava we bibine kʼinîşta yan ber hʼakim yan serwêrêd hʼukumetê, hûn xem nekin ku hûnê çawa caba xwe bidin yan çi bêjin.


Gava ku we bigirin bibine ber dîwanê, pêşda xem nekin ku hûnê çi bêjin. Lê wê demê çi werʼa bê dayînê, wê jî bêjin, çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Rʼuhʼê Pîroz.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite