Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 5:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 «Xwezî li rʼuhʼfeqîra, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana ya wan e.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 «Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in, Çimkî Padîşahiya Ezmanan ya wan e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 «Хԝәзи ль рʼӧһʼфәԛира, чьмки Пʼадшатийа Әʼзмана йа ԝан ә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 خَنیَگه حاله اَونه گو له رِح دا فقیر و ژارِن، چون گو پادشاهیا اَسمانی یا وانَ.

Gade chapit la Kopi




Metta 5:3
55 Referans Kwoze  

Ez werʼa dibêjim, ku ev xercgira rʼasthʼesabbûyî çû mala xwe, ne ku yê din. Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be, lê kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be».


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


Lê Ewî got: «Hê xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin».


Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin.


«Rʼuhʼê Xudan li ser Min e, çimkî Ewî Ez bi rʼûnkirinê kʼifş kirim, wekî Mizgînîyê bidime feqîra, û Ez şandime hêsîrarʼa boy serbestîyê û korarʼa boy dîtinê dannasîn kim, azayîyê bidime bindesta


Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs kʼet û wanrʼa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Xwedê pʼara yêd aha ye.


Lê xwezî li çʼeʼvêd we, ku dibînin û guhêd we, ku dibihên.


Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin.


Îsa gote wî: «Te Ez dîtim lema bawer kir? Xwezî li wan, yêd ku nedîtine, lê bawer dikin!»


Xwezî li wî xulamî, ku çaxê axayê wî bê, ewî usa bibîne.


lê yê dewletî ser nimizbûna xwe, çimkî ewê mîna gulêd gîhê hʼişk be herʼe.


Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine, wekî îzina wan hebe, ji berê dara jîyînê bixwin û dergehêd bajêrrʼa bikʼevine hindurʼ!


Hingê wî milyakʼetî minrʼa got: «Binivîse: Xwezî li wan, ku bona şayîya deʼwata Berx hatine tʼeglîfkirinê!» Serda zêde kir got: «Ay ev in xeberêd Xwedêye rʼast».


Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin.


Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe».


Ez werʼa dibêjim, ku gelekê ji rʼohilatê û ji rʼoavayê bên û şayîya Pʼadşatîya Eʼzmanada tʼevî Birahîm, Îshaq û Aqûb rʼûnên,


û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye».


Îsa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana pʼara yêd usa ye».


Û Ezê Pʼadşatîyê bidime we, çawa Bavê Min ew da Min,


wekî hûn Pʼadşatîya Minda ji sifra Min bixwin û vexwin û ser kʼursîya rʼûnên, dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Tu dibêjî: ‹Ez dewletî me, wê yekêda gelek pêşda çûme, qet hʼewcê tʼu tiştî nîme›. Lê tu nizanî ku tu meʼrim, rʼeben, belengaz, kor û teʼzî yî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite