Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 4:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Yê ku dicêrʼibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 û yê ku diceribîne hat ba wî û jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ji van keviran re bêje bila bibin nan.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Йе кӧ дьщерʼьбинә незики Ԝи бу у готе: «Һәгәр Тӧ Кӧрʼе Хԝәде йи, дә бежә ван кәвьра кӧ бьбьнә нан».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 ایجا امتحانگَر، هاتَ لاره عیسی و گُتَ وی: «هَگو تِ گوره خدایی، بُ وان بَرانَ اَمِر گَ گو بِبِنَ گِرده نانی!»

Gade chapit la Kopi




Metta 4:3
34 Referans Kwoze  

Bona vê yekê min îdî sebir nekir, Tîmotʼêyo şand, wekî ez haş ji bawerîya we hebim, ku nebe Cêrʼibandkir hûn cêrʼibandibin û cefê me deya herʼe.


Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te.


Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me».


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek çʼeʼvder yan dinêhʼiz be mîna Esaw, ku bona zike nan nixurtîya xwe firot.


Destxweda Şawûl destpêkir kʼinîştada bona Îsa dannasîn kir û got ku: «Ew Kurʼê Xwedê ye».


Paşê mîrêcin Îsa bire Orşelîmê, Ew ser bilindcîya banê pʼaristgehê da sekinandinê û gote Wî: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de Xwe ji vir bavêje xwarê.


Hingê mîrêcin Wîrʼa got: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, vî kevirîrʼa bêje ku bibe nan».


Û ewêd qeyikêda serê xwe li ber Wî danîn û gotinê: «Rʼastî Tu Kurʼê Xwedê yî».


Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedêyê sax».


Lê Îsa dengê Xwe nekir. Serekkʼahîn dîsa Wîrʼa got: «Ez Te bi Xwedêyê sax didime sondê. Merʼa bêje, Tu yî Mesîh, Kurʼê Xwedê?»


Mizgînîya Îsa Mesîhê Kurʼê Xwedê bi vî tiherî destpêbû:


Dema ku rʼuhʼêd hʼeram Ew didîtin, li ber Wî deverʼûya xwe davîtine eʼrdê, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!»


û bi dengekî bilind kire qîrʼîn û gotê: «Tu çi ji min dixwazî, Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Tu xatirê Xwedê kî, min nede cefê!»


Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê.


Ji geleka jî cin derdikʼetin, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» Lê Îsa li wan hilat û nedihişt ew xeber din, çimkî zanibûn ku Ew Mesîh e.


Û hʼemûya bi hevrʼa got: «Wekî usa ye Tu Kurʼê Xwedê yî?» Ewî wanrʼa got: «Hûn xwexa dibêjin ku Ez Ew im».


Min jî dît û şeʼdetî da ku Ev e Kurʼê Xwedê».


Natanyêl jêrʼa got: «Dersdar, Tu Kurʼê Xwedê yî! Tu Pʼadşê Îsraêlê yî!»


Gava Îsa bihîst ku ew derxistine der, ew dît û jêrʼa got: «Tu bawerîya xwe Kurʼê Mêriv tînî?»


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Çimkî Kurʼê Xwedê, Îsa Mesîh ku pê me werʼa hate dannasînkirinê, (bi min, Sîlas û Tîmotʼêyo), «Belê» û «Na» nebû, lê nava Wîda tʼimê «Belê» ye.


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


Ew bê bav, bê dê û bê rʼikʼinyat bû, ne rʼoja bûyîna wî eʼyan bû, ne jî xilazîya eʼmirê wî. Ew mîna Kurʼê Xwedê bû û tʼimê kʼahîn dimîne.


Yê nava gunada dimîne, ew ji mîrêcin e, çimkî mîrêcin ji berê pêşda gune dike. Bona vê yekê Kurʼê Xwedê eʼyan bû, wekî kirêd mîrêcin xirab ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite