Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 4:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

24 Nav û dengê wî li seranserê Sûriyê belav bû û xelkê hemû nexweşên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, cinoyî, atî û felcî anîn ba wî û wî hemû qenc kirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 Нав-дәнге Ԝи ль тʼәмамийа Сурйайе бәла бу, щьмәʼте һәр щурʼә мәрьвед нәхԝәш анинә щәм Ԝи, йед кӧ щурʼә-щурʼә еш у щәфада бун: Йед щьнакʼәти, һивкʼәти, шьлушәʼт у Әԝи әԝ һʼәму жи ԛәнщ кьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 ایجا، ناودَنگه وی تواوی سوریه دا گَریا و جَماعَته تواوی نَساخ گو همو جورَ نَساخی و اِش هَبون، و هَمژی مِرُوِت جن هَیی و اَونه فَرا دِهاتَ وان و مِرُوِت فلج تینانَ لاره عیسی و اَوی شفا دِدا وان.

Gade chapit la Kopi




Metta 4:24
41 Referans Kwoze  

«Xudan, li kurʼê min were rʼeʼmê! Ew hîvê dikʼeve û gelekî cefa dibîne. Carna dikʼeve nava agir û carna jî nava avê.


«Xudan, xulamê min şilûşeʼt malda pʼaldaye, gelekî cefê dibîne».


Nav û dengê Îsa hê bela dibû û pʼirʼ eʼlalet dicivîya ku guhdarîya Wî bikin û ji nexweşîyêd xwe qenc bin.


Ev navnivîsara pêşin hêna Kûrênyoyê welîyê Sûryayêda hate kirinê.


Îsa lê hilat, cin jê derkʼet, kurʼik pêrʼa-pêrʼa qenc bû.


Û va kʼulfeteke kenanî ji wan dera hat, kire gazî û gote Wî: «Xudan, Kurʼê Dawid, min were rʼeʼmê. Qîza min cina dikʼeve, gelekî cefê dibîne».


Hingê cinakʼetîkî korî lal anîne cem Wî û Ewî ew qenc kir, usa ku ewî hin dît û hin jî xeber da.


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Bi destê wan ev neʼme şandin aha nivîsar: «Em birayêd weye şandî û berpirsîyar silava li we birayêd ji necihûyaye Entakyayê, Sûryayê û Kîlîkyayê dikin.


Û meriv hatin, ji nav wanda çar meriva şilûşeʼtek hildabûn danîne cem Îsa.


Êvarê, gava rʼo çû ava, hʼemû nexweş û yêd cinakʼetî anîne cem Wî.


Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin.


Li Sûryayê û Kîlîkyayê digerʼîyan, civîn dişidandin.


Îsa bi qewata Rʼuhʼ vegerʼîya Celîlê û nav-dengê Wî hʼemû alîyêd wî welatîda bela bû.


Û nav û dengê Îsa pêrʼa-pêrʼa hʼemû dor-berêd Celîlê bela bû.


Hingê Hêrodesê serwêrê Celîlê bona Îsa bihîst,


Hinekêd din jî digotin: «Eva xeberdana ne ya cinakʼetîya ye. Qet cin dikarin çʼeʼvêd kora vekin?»


Îsa hʼemû gund û bajara digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîyê dannasîn dikir û li nav cimeʼtê hʼemû cûrʼe nexweşî qenc dikirin.


Eva deng-beʼsa tʼemamîya wî welatîda bela bû.


Gava Îsa derbazî wî alîyê tʼopraxêd Gerdarînê bû, du cinakʼetî ji nav gorʼistana derkʼetin û rʼastî Wî hatin. Ew usa har bûn, ku kesek nikaribû wê rʼêrʼa derbaz bûya.


Berazvan rʼevîn çûne bajêr, çi ku hatibû serê cinakʼetîya gotin.


Lê ji dest eʼlaletê rʼê nedîtin ku nêzîkî Îsa bûna, wana banê xanîyê ku Îsa têda bû qul kir û merivê şilûşeʼt berʼêva daxistine jêrê.


Kʼîjan rʼihʼet e, şilûşeʼtrʼa bêjin: ‹Gunêd te hatine baxşandinê?› yan bêjinê: ‹Rʼabe berʼa xwe hilde û bigerʼe?›


Ew ji kʼinîştê derkʼet çû mala Şimhʼûn. Xwesîya Şimhʼûn teʼl tʼayêda dineʼlîya û bona wê ji Wî hîvî kirin.


Lê wekî hûn bizanibin ku hʼukumê Kurʼê Mêriv heye li ser dinê guna bibaxşîne», gote yê şilûşeʼt: «Ez terʼa dibêjim, rʼabe nivîna xwe hilde herʼe mala xwe».


Ji gelek cinakʼetîya rʼuhʼêd hʼeram bi dengê bilind dikirine qîrʼîn derdikʼetin û gelek şilûşeʼt, nigada seqet qenc dibûn.


Nav û dengê Wî tʼemamîya Cihûstanê û dor-berê wê bela bû.


Gava ev yeka qewimî, nexweşêd mayîne wê giravêda jî dihatin qenc dibûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite