Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 4:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Îsa li seranserê herêma Celîlê digeriya, di kinîştên wan de hîn dikir, Mizgîniya Padîşahiyê dida û hemû êş û nexweşiyên di nav xelkê de qenc dikirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 Иса ль тʼәмамийа Щәлиле дьгәрʼийа, кʼьништед ԝанда һин дькьр у Мьзгинийа Пʼадшатийе дьда у һәр щурʼә еш у нәхԝәши жи кӧ нав щьмәʼтеда һәбун ԛәнщ дькьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 عیسی همو جیه حَریما جلیله دِگَریا و دیرِت واندا دَرس دِدا و خَبَرا خوشَ پادشاهیا خدا وَعظ دِگِر و هر اِش و نَساخیَگ گو ناو خلقه دا هَبو شفا دِدا.

Gade chapit la Kopi




Metta 4:23
46 Referans Kwoze  

Îsa hʼemû gund û bajara digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîyê dannasîn dikir û li nav cimeʼtê hʼemû cûrʼe nexweşî qenc dikirin.


Û li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda dannasîn dikir û cin derdixistin.


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Herʼin, çi ku we dît û bihîst Yûhʼennarʼa bêjin: Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê.


Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê.


hate cî-miskʼenê Xwe, kʼinîşta wanda ew hîn dikirin. Ew jî zendegirtî diman û digotin: «Ev serwaxtî û qewata kʼeremeta ji kʼu gihîştîyê?


Ew gihîştine Kefernahûmê. Îsa wê rʼoja şemîyê rʼast kʼete kʼinîştê û dest bi hînkirinê kir.


Yan wê çawa xeberê dannasîn kin, heger neyêne şandinê? Çawa nivîsar e: «Çiqasî hʼewas in gavêd yêd mizgînîya xêrê didin!»


Pey vê yekêrʼa Îsa gund û bajara digerʼîya, dannasîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîya Xwedê dida û her donzdeh şagirt jî Pêrʼa bûn,


Çaxê rʼoja şemîyê hat, Wî kʼinîştêda dest bi hînkirinê kir û geleka ku bihîst zendegirtî mabûn û digotin: «Evî merivî ev tişt ji kʼu anîne? Ev çi serwaxtî ye ku jêrʼa hatîye dayînê? Û ev çi kʼeremet in ku bi destê Wî diqewimin?


Û ev Mizgînîya Pʼadşatîyê wê li nav tʼemamîya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hʼemû miletarʼa bibe şeʼdetî û hingê xilazî wê bê.


Îsa ji wir rʼabû çû, hate kʼinîşta wan.


Îsa cab da û got: «Min dinyayêrʼa aşkere xeber daye, her gav kʼinîştada usa jî pʼaristgehêda, kʼîderê ku hʼemû cihû dicivîyan hîn dikirin. Min tʼu tişt dizîva negotîye.


Rʼojeke şemîyê Îsa kʼinîştekêda hîn dikir.


Gava eʼlalet pê hʼesîya, pey Wî çû. Îsa ew qebûl kirin û tʼevî wan bona Pʼadşatîya Xwedê xeber dida û ewêd ku hʼewcê qencbûnê bûn qenc kirin.


Rʼojekê çaxê Ewî hîn dikir, fêrisî û dersdarêd Qanûnê jî rʼûniştibûn, ku ji hʼemû gundêd Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Qewata Xudan hazir bû, wekî Îsa nexweşêd wan qenc bike.


Ew ser nebawerîya wan eʼcêbmayî ma. Îsa li gundêd dor-bera digerʼîya û hîn dikir.


Çimkî Îsa gelek meriv qenc kirin, usa ku yêd nexweş tʼopî ser dibûn, wekî destê xwe bidana Wî.


Pey girtina Yûhʼennarʼa Îsa çû qeza Celîlê û dest bi dannasînîya Mizgînîya Xwedê kir


Niha ez zanim îdî hûn hʼemûyêd ku ez nav weda gerʼîyame û Pʼadşatîya Xwedê dannasîn kirîye rʼûyê min nabînin.


Ew hʼemû rʼojêd şemîya kʼinîştada cihû û yûnanarʼa dikʼete xeberdanê, ew didane bawerkirinê.


Îsa ev xeber kʼinîştêda gotin, gava Wî Kefernahûmêda hîn dikir.


Nexweşêd navda qenc kin û wanrʼa bêjin: ‹Pʼadşatîya Xwedê nêzîkî we bûye›.


Ew bi tʼevî wan berjêr bû hat, rʼastekê sekinî. Li wê derê kʼomeke şagirtaye mezin û cimeʼteke giran ji tʼemamîya Cihûstanê, Orşelîmê û ji devê beʼra Sûrê û Saydê civîyayî bûn.


Çaxê Îsa ji qeyikê derkʼet û eʼlaleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat û nexweşêd wan qenc kirin.


Her kesê ku xebera Pʼadşatîyê dibihê û feʼm nake, yê Xirab tê tʼoximê dilê wîda çandî dirʼevîne. Eva ew in ku devê rʼê hatine çandinê.


û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye».


Pey vê yekêrʼa Îsa Celîlêda digerʼîya. Wî nedixwest ku Cihûstanêda bigerʼîya, çimkî cihû pey kʼetibûn ku bikuştana.


Û rʼojeke ji wan rʼojada, gava Ewî pʼaristgehêda xelq hîn dikir û Mizgînî dida, serekêd kʼahîna û qanûnzan tʼevî rʼûspîya hatine cem Wî


Îsa bi qewata Rʼuhʼ vegerʼîya Celîlê û nav-dengê Wî hʼemû alîyêd wî welatîda bela bû.


Û rʼoja şemîke din Îsa çû kʼinîştê, ku hîn bike. Merivek li wir hebû, ku destê wîyî rʼastê kʼişîyabû.


Û wê demê Îsa gelek ji nexweşîya, derba, ji rʼuhʼêd xirab qenc kirin û çʼeʼvêd gelek kora vekirin.


Lê Îsa wîrʼa got: «Bira mirî mirîyê xwe defin kin. Tu herʼe Pʼadşatîya Xwedê dannasîn ke».


Zemanê Qanûn û pʼêxembera hʼeta Yûhʼenna kʼişand, ji wir şûnda Pʼadşatîya Xwedê tê dannasînkirinê û her kes diceʼdîne bi qewatê bikʼeve wir.


Ewî Pʼadşatîya Xwedê bi mêrkʼîmî bê pêşîgirtin dannasîn dikir û derheqa Xudan Îsa Mesîhda hîn dikir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite