Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 28:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Ew ne li vir e, çimkî Ew ji mirinê rʼabûye, çawa ku Ewî gotibû. Werin wî cîyê ku Ew pʼaldayî bû bibînin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Ew ne li vir e, wek ku wî gotibû, ew rabûye. Werin û wî cihê ku ew lê dirêjkirî bû bibînin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Әԝ нә ль вьр ә, чьмки Әԝ жь мьрьне рʼабуйә, чаԝа кӧ Әԝи готьбу. Ԝәрьн ԝи щийе кӧ Әԝ пʼалдайи бу бьбиньн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 اَو اِرَ نینَ، چون هَ وِسا گو گُته بو، ساخ بویَ! وَرِن بَرخودَنَ وه جیه گو اَو تِدا بو،

Gade chapit la Kopi




Metta 28:6
17 Referans Kwoze  

Lê ewî wanrʼa got: «Zendegirtî nemînin! Hûn li wî Îsayê Nisretê digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê. Ew ji mirinê rʼabûye! Ew ne li vir e. Va ye ew cîyê ku Ew lê danîbû.


Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne.


Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


û cinyazê Wî li wir nedîtibûn, vegerʼîyan hatin merʼa gotin, ku: ‹Me milyakʼet dîtin, merʼa gotin, ku Ew sax e›.


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


û gotin: «Em xulam, tê bîra me, ku Ewî derewîn saxtîya Xweda gotibû: ‹Ezê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabim›.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Vê pʼaristgehê hilşînin, Ezê nava sê rʼojada rʼakim».


Pey vê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kurʼê Mêriv gelekî cefê bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirinê û kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Bona vê yekê Bav Min hʼiz dike, çimkî Ez eʼmirê Xwe didim, wekî Ez wê dîsa bistînim.


Lê Petrûs rʼabû berbi tʼirbê bezî, qûz bû nihêrʼî, tʼenê kʼefenê Wî wir bû û metʼelmayî çû, difikirî gelo çawa bû.


û Wî bidine destê necihûya, wekî qerfê xwe li Wî bikin, bidin ber qamçîya û xaç kin. Lê rʼoja sisîya Ewê ji mirinê rʼabe».


ewê Wî bikujin, lê rʼoja sisîya wê rʼabe». Û ewana gelekî ber xwe kʼetin.


Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî da wan û got: «Ew dîtina ku we dît kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji nav mirîya rʼanebe».


Lê Xwedê qeydêd mirinêye cefê vekirin, Ew ji mirinê rʼakir, çimkî mirinê nikaribû hʼukumî ser Wî bikira.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite