Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 27:54 - Peymana Nû (Încîl)

54 Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

54 Gava sersed û yên ku bi wî re çavdêriya Îsa dikirin erdhejîn û tiştên bûyî dîtin, ji tirsa bizdiyan û gotin: «Bi rastî jî, ev Kurê Xwedê bû!»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

54 Чахе сәрсәд у әԝед кӧ тʼәви ԝи нобәдарийа Иса дькьрьн, әʼрдһʼәж у әԝ һʼәму тьште ԛәԝьми дитьн, рʼьсасе әԝ гьртьн у готьн: «Рʼасти жи Әва Кӧрʼе Хԝәде бу!»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

54 وقته گو سَرُکه سربازا و اَو مأمورِت گو پاسوانیا عیسی دِگِرِن، عَرد هَژیان و تواوی اَو دِشده قَوِمی دیتِن، گَلَک تِرسیان و گُتن: «بَراستی اَوَ گوره خدا بو.»

Gade chapit la Kopi




Metta 27:54
22 Referans Kwoze  

Sersedê ku li pêşberî Îsa sekinî bû, gava dît ku Îsa çawa rʼuhʼê Xwe da, got: «Rʼastî jî eva Meriva Kurʼê Xwedê bû!»


Paşê wê derê rʼûniştin û nobedarî li Wî kirin.


Gumana Xwe danî ser Xwedê, de bira niha Wî xilaz ke, heger Xwedê ji Wî rʼazî ye, çimkî got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›».


Lê sersed ku dixwest Pawlos xilaz kira, nehişt ku ew şêwira xwe bînine sêrî. Hingê eʼmir kir ku yêd sobekʼarîyê zanin, pêşîyê xwe bavêjine avê derêne bejê,


Gava qirar kirin ku em bi gemîyê herʼine Îtalyayê, Pawlos û çend girtîyêd din dane destê sersedekî ji rʼefa eskerêd Qeyser, navê wî Yûlyo.


Serhʼezar gazî du serseda kir û got: «Dusid eskerî hazir kin, hʼeftê sîyarî, dusid jî rʼimdar, wekî şev sihʼeta neha hʼeta Qeyserîyê herʼin.


Ewî pêrʼa-pêrʼa esker û sersed hildan, bi lez çû ser wan. Gava wana serhʼezar eskerava dîtin, dest ji Pawlos kʼutanê kʼişandin.


Gava Îsa kʼete Kefernahûmê, sersedek hate cem Wî, hîvî jê kir û gotê:


Yê ku dicêrʼibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan».


Wê sihʼetê eʼrd qayîm hʼejîya, ji dehe pʼara pʼareke bajêr hilşîya û wê eʼrdhʼejêda hʼeft hʼezar meriv mirin, yêd mayîn jî çʼeʼvtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê eʼzmên.


Pawlos jî gazî sersedekî kir û gotê: «Evî xortî bibe cem serhʼezar, dixwaze tiştekî wîrʼa bêje».


Qeyserîyêda merivekî navê wî Korʼnêlyo hebû, rʼefa «Ordîya Îtalyayêda» sersed bû.


Cimeʼtê ev yek ku bihîst, mîna tîrekê dilê wan kʼet, Petrûs û şandîyêd mayînrʼa gotin: «Em çi bikin, gelî bira?»


Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Qanûneke me heye û anegorî wê qanûnê gerekê Ew bê kuştinê, çimkî Wî Xwe Kurʼê Xwedê hʼesab kir».


Û hʼemûya bi hevrʼa got: «Wekî usa ye Tu Kurʼê Xwedê yî?» Ewî wanrʼa got: «Hûn xwexa dibêjin ku Ez Ew im».


û digotinê: «Ne Teyê pʼaristgeh hilşanda û sê rʼojada çêkira? De Xwe xilaz ke, heger Tu Kurʼê Xwedê yî! Ji xaç were xwarê!»


Lê Îsa dengê Xwe nekir. Serekkʼahîn dîsa Wîrʼa got: «Ez Te bi Xwedêyê sax didime sondê. Merʼa bêje, Tu yî Mesîh, Kurʼê Xwedê?»


Hema hingê pʼerʼda pʼaristgehê ji sêrî hʼeta binî qelişî, bû du tîşa. Eʼrd hʼejîya, kevir qelişîn,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite