Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 27:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Pîlato jî dît, wekî tiştek kʼarê nade, lê hê şerʼ û deʼw destpêdibe, av hilda li ber eʼlaletê destêd xwe şûştin û got: «Ez ji xûna Vî bêsûc im. Hûn xwexa binihêrʼin».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

24 Gava Pîlatos dît ku tiştek ji destê wî nayê, lê hê bêtir hengame çêbibe, wî av hilda, li ber elaletê destê xwe şuşt û got: «Ez ji xwîna vî mirovî bêrî me. Ev karê we ye.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 Пилато жи дит, ԝәки тьштәк кʼаре надә, ле һе шәрʼ у дәʼԝ дәстпедьбә, ав һьлда ль бәр әʼлаләте дәстед хԝә шуштьн у гот: «Әз жь хуна Ви бесущ ьм. Һун хԝәха бьньһерʼьн».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 ایجا وقته پیلاتُس دیت گو به فایدَیَ و هِنگامَیَگ ژی وانه چه بیت، اَوی آو خاست و دَسته خو بَر چاوه جَماعَته شُست و گُت: «خونا وی مِرُوی سَر سُگُرا مِن نینَ. اون بوخو دِزانِن!»

Gade chapit la Kopi




Metta 27:24
16 Referans Kwoze  

û got: «Min gune kir. Ez bûme sebebê xûna bêsûc». Wana jî gote wî: «Çî merʼa ne? Tu zanî».


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


Lê wana digot: «Bira ev yek cejinêda nîbe, wekî cimeʼt rʼanebe ser niga».


We yê Pîroz û rʼast tʼexsîr kir û yê mêrkuj xwest ku werʼa bê berʼdanê.


Pîlato dîsa derkʼete derva û wanrʼa got: «Va ye niha ez Wî tînime derva cem we, wekî hûn bizanibin ku min tʼu sûc Wîda nedîtîye».


Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!»


Hingê ew gotina bi zarê Yêremîya pʼêxember hate sêrî: «Sî zîv qîmet dan, weke wî qîmetê ku hineke ji zarʼêd Îsraêlê qayl bûn


Gava ew li herema dîwanê rʼûniştibû, kʼulfeta wî cab şand û got: «Kʼarê te ewî Bêsûc nekʼetîye, çimkî vê şeva derbazbûyî xewnêda bona Wî gelek tişt ser minrʼa derbaz bûn».


Welî got: «Lê Evî çi xirabî kirîye?» Hingê wana hê kire qîrʼîn û gotin: «Bira bê xaçkirinê!»


Şimhʼûn-Petrûs Wîrʼa got: «Xudan, ku usa ye ne tʼenê nigêd min, lê dest û serê min jî bişo!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite