Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 27:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Gava ew li herema dîwanê rʼûniştibû, kʼulfeta wî cab şand û got: «Kʼarê te ewî Bêsûc nekʼetîye, çimkî vê şeva derbazbûyî xewnêda bona Wî gelek tişt ser minrʼa derbaz bûn».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Çaxê Pîlatos li ser kursiyê dîwanê rûniştibû, jina wî jê re ev xeber şand: «Nebe ku tu tiştekî bi wî mirovê rast bikî, çimkî îşev di xewna xwe de min ji rûyê wî gelek tengahî dît.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Гава әԝ ль һәрәма диԝане рʼуньштьбу, кʼӧлфәта ԝи щаб шанд у гот: «Кʼаре тә әԝи Бесущ нәкʼәтийә, чьмки ве шәва дәрбазбуйи хәԝнеда бона Ԝи гәләк тьшт сәр мьнрʼа дәрбаз бун».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 هَمژی، وقته گو پیلاتُس سَر کُرسیه قضاوته رونِشته بو، ژِنا وی خَبَرَگ بُ وی رِگِر گو: «چه شُلا تَ وی مِرُوه به گُنَه نَکَته بیت، چون گو ایرو مِن خَونَگ راستا ویدا دیت گو گَلَک اَذیَتا مِن گِر.»

Gade chapit la Kopi




Metta 27:19
28 Referans Kwoze  

Pîlato jî dît, wekî tiştek kʼarê nade, lê hê şerʼ û deʼw destpêdibe, av hilda li ber eʼlaletê destêd xwe şûştin û got: «Ez ji xûna Vî bêsûc im. Hûn xwexa binihêrʼin».


Ewî gune nekir û zarê Wîda hʼilekʼarî tʼunebû.


Gava Pîlato ev yek bihîst, Îsa derxiste derva û ew li herema dîwanê rʼûnişt, wî cîyê ku jêrʼa digotin «Selê Kevirî», bi îbranî Gabata.


Sersed ev tiştê bûyî ku dît, şikirî da Xwedê û got: «Rʼastî Eva merivekî rʼast bû».


Zarʼokêd min, ez vê yekê werʼa dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye.


û got: «Min gune kir. Ez bûme sebebê xûna bêsûc». Wana jî gote wî: «Çî merʼa ne? Tu zanî».


Lê gava Ûsiv bihîst wekî Arxêlayo dewsa bavê xwe, Hêrodes ser Cihûstanê bûye pʼadşa, tirsîya ku herʼe wir. Hingê xewnêda eʼmir stand, ku herʼe alîyê qeza Celîlê.


Gava Hêrodes mir, va milyakʼetekî Xudan li Misirê xewnêda Ûsivva xuya bû


Çaxê Ûsiv hê ser vê yekê difikirî, va milyakʼetekî Xudan xewnêda wîva xuya bû û gotê: «Ûsivê kurʼê Dawid! Netirse, ku dergîstîya xwe Meryemê bistînî. Ewî ku wê ji wê bibe, ew ji Rʼuhʼê Pîroz e.


Ev heqê me ye, ku ez û tu anegorî eʼmelêd xwe dikʼişînin, lê Evî tʼu xirabî nekirîye».


Ewî zanibû ku ji dest hʼevsûdîyê Îsa dabûne destê wî.


Rʼojeke kʼifşkirî Hêrodes kʼincê pʼadşatîyê lê, li herema dîwanê rʼûnişt û bi cimeʼtî wanarʼa xeber dida.


Hêna welîyê Galîyoyê Axayayêda cihû bûne yek, hʼicûmî ser Pawlos kirin û birine ber dîwanê


Û ew ji dîwanxanê derxistin.


Hingê hʼemûya Sostênîsê serwêrê kʼinîştê girtin, li ber dîwanxanê kʼutan, lê qet xema Galîyo jî nîbû.


Wir nehe-dehe rʼoja nav wanda ma, paşê berjêr çû Qeyserîyê, rʼoja din li herema dîwanê rʼûnişt, eʼmir kir ku Pawlos bînin.


Pawlos got: «Ez li ber dîwana Qeyser sekinî me, li kʼu jî dîwana min gerekê bibe. Min xirabîk li cihûya nekirîye, çawa tu xwexa jî qenc zanî.


Gava ewana hatine vira, min derengî neêxist, rʼoja dinê ez li herema dîwanê rʼûniştim û min eʼmir kir, ku wî merivî bînin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite